BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG
Li bajarê Fransayê Strasbourgê, çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê di hefteya xwe ya sisiyan de dewam dike. Di hefteya sisiyan de nûnerên saziyên baweriyan cihê xwe digirin. Wekî din ji Koordînasyona Êzîdiyan a Ewrûpayê, meclîsên NCDK´yên ser bi FCK´ê û çalakgerên TJK–E´yê jî tevlî çalakiyê bûn.
Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Ewrûpayê (KCDK-E) di çarçoveya pêngava “Her der Avaşîn, Zap, Metîna ye. Dem Dema Azadiyê ye!” ev çalakî li Strasbourgê da destpêkirin. Çalakî di hefteya sisiyan de dewam dike. Çalakiyê 12´ê Gulanê dest pê kiribû.
Di hefteya sisiyan de hevseroka NCDK a Freiburgê Leyla Topuz, hevserokê FEDA´yê Demir Çelîk, ji CÎK´ê Mele Kasim Serhad, ji Koordînasyona Êzîdiyan a Ewrûpayê Carcur Cemîl û hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç dest pê kirin, êdî dosyayên KCDK-E´yê yên li ser tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan didin saziyan, nûneriyên daimî yên welatên endamê Konseya Ewrûpayê û dêran. Armanc ew e ku heta çalakî bi dawî bibe, ev dosye bigihîjin tevahiya nûnerên welatan. Heta niha çalakgeran dosye da nûneriyên Elmanya, Swîsre û Awusturyayê.
Çalakî wê heta 4´ê Hezîranê li meydana saziyên Ewrûpî lê, dewam bike. Doh di çarçoveya çalakiyê de panelek li ser Komkujiya Zîlan hat lidarxistin. Di panelê de hat gotin, divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, tevî komkujiyan weke qirkirina Kurdan bê dîtin.
Doh nava rojê hunermendên TEV-ÇAND´ê Hozan Seyidxan, Hozan Şemdîn, Hozan Comerd, Hozan Peyman, Bengî Agirî, Tulay Şahmîran, Hozan Zahir, Şanoger Amele, Hozan Sîmar, Hozan Berbang û Hozan Loqman tevlî çalakiyê bûn û kilam jî gotin.
Têkoşîn emrê xwedê ye
Berdevka Meclîsa Jinan a Nûda ya Freiburgê Filîz Iraz Umulgan jî ji çalakgerên vê hefteyê ye. Ew dibêje, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tevî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê dewam dikin. Ew dibêje, heger tecrîda li dijî Ocalan bê şikandin, qirkirina jinê, êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdistanê jî dibe ku bi dawî bibin.
Nûnerê CÎK´ê Mele Kasim Serhad jî got, senteza Tirk-Îslamê derb li Îslamê daye û wiha dewam kir: “Mirov bi zêhniyeteke welê re bimeşe ku zimanê mirovî, çanda mirovî qedexe dike, ev minafiqî ye." Wî got, dewleta Tirk Îslamê tenê bi kar tîne ji bo xurtkirina dewleta xwe û zêdekirina zilma li mezlûman. Wî got, miletê Kurd ê ku rêberê wî rehîn e, zimanê wî qedexe ye û çanda wî tê asîmîlekirin, divê li dor toşînê bicive, û ev jî ji fermanên xwedê ye.