Çalakî herdiçe berbelav dibin

Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:30

  • Kurdistanî û dostênwan li seranserî cîhanê bi armanca xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê bê navber çalakiyan lidar dixin û di çalakiyan de peyama yekîtî û berxwedanê tê dayîn.

Li seranserî cîhanê çalakiyên cihêreng ên ji bo xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê bênavber û her ku diçe mezintir dibin, berdewam dikin.

OSLO

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li paytexta Norwêc Osloyê, bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meş û mîtîngek lidar xistin. Girseya ku li ber stasyona trênê ya navendî ya bajêr kom bû, qadê bi alên Kurdistanê xemiland û dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Jin Jiyan Azadî” û “Gelê Kurd yek e" berzkirin.

KOLOMBIYA

Li paytexta Kolombiyayê Bogotáyê, li gorî bangewaziya “Riseup 4 Rojava” û “Women Defend Rojava”, gelek rêxistinên civakî, pêkhateyên femînîst, sendîkayên karkeran û komeleyên xwendekaran ên li bajêr bi awayekî kolektîf û têkoşerane “Roja Piştgiriyê” li dar xistin da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.

TORONTO

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, çalakiyên ku li gelek bajarên Kanadayê didomin, li Torontoyê bi meşeke girseyî gihîştin lûtkeyê. Gelê ku beşdar bû, peyama “Heta Rojava statû bigire kolanên Kanadayê yên me ne” da. Gel bi belavkirina daxuyaniyên bi Îngilîzî gelê Kanadayê li ser rewşa dawî ya Rojava agahdar kir.

GRAZ

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga “Rojava Biparêze” li hev kom bûn, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniya berxwedanê, li pêşiya Graz Hauptbahnhofê kom bûn. Meş, li Qada Rathausê bi dawî bû. Çalakî bi xwendina danezana bi Kurdî û Erebî bi dawî bû.

ANVERS

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê, ji aliyê Komaleya Kurd ve bi daxwaza statuya Rojava, li pêşiya Avahiya Opera çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku li Rojava di êrîşên dawî de şehîd bûne, hate nîşandan.

VILLACH 

Li bajarê Villach ê Awûstûryayê Kurdistanî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meşiyan. Girseya ku kom bû û bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwendina sirûda Ey Reqîb dest bi çalakiyê kir. Girse bi hilgirtina pankartan, alên YPG û YPJ û Kurdistanê gel û şervanên Rojava silav kirin.

EXETER

Li Exeterê girseya ku li Sidwell Streetê hatin bal hev, destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava bi armanca tunekirina destkeftiyên gel û bi taybetî jî yên jinan tên kirin. Girseya gel got: "Sîstema Rojava ya ku li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin, tê armanckirin."

CAMBRIDGE

Di çalakiya li Cambridgê de hat destnîşankirin ku sîstema demokrasiya bingehîn, pêşengiya jinê û wekheviya gelan a li Rojava hatiye avakirin, tê xwestin ku were rûxandin. Beşdaran bibîr xistin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê li dijî baviksalarî serhildaneke dîrokî ye. Girseya gel peyama "Ev êrîş ne operasyoneke leşkerî ye, şerekî îdeolojîk ê li dijî şoreşa jinê ye" da.

EDINBURGH

Çalakiya li Edinburghê li The Moundê pêk hat. Di daxuyaniyan de hat gotin ku Brîtanya di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi hêzên Kurd re muttefîk bû, lê îro ev hêz bi tenê hatine hiştin.

CARDIFF

Di çalakiya li Queen Street a Cardiffê de girseyê helwesta durû ya welatên Rojava teşhîr kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi şerê Iraqê re rê li ber DAIŞ’ê hat vekirin, îro jî bi êrîşên dronan û kordînasyona Tirkiyeyê Rojava tê armanc kirin.

NEWCASTLE

Di çalakiya li Newcastle de hat gotin ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê hêviyek e.  Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku rola hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û hişmendiya cîhadî ya ji bo jinan diyar e û hat destnîşankirin ku destkeftiyên li Rojava hatine bidestxistin wê neyên radestkirin.

COVENTRY

Axivêrên di çalakiya li Coventry de bal kişandin ser wê yekê ku êrîşên li ser Rojava ne pêvajoyeke entegrasyonê ne, polîtîkayeke teslîmgirtina bi zorê ye. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ewlehiya jin û kêmneteweyan bi tu awayî ne di bin garantiya kesî de ye.

LEEDS

Di çalakiya li Leedsê de hat diyarkirin ku avahiya civakî ya pir-nasnameyî ya Rojava tê armanc kirin. Bal hat kişandin ku ev sîstema ku Kurd, Êzidî, Suryanî û Ermen bi hev re lê dijîn tê xwestin ku were tunekirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakiya konvoyê hate lidarxistin. Konvoy nêzî 85 û 100 wesayîtan pêk hat. Di konvoya ku li kolanên bajêr çû de, peyamên piştevaniyê bi Rojava re hat dayîn.

HATTINGEN

Kurdistaniyên li bajarê Hattingenê dijîn, ji bo piştevaniya Rojava û naskirina statuya wê meşek li dar xistin. Gelek kes tevlî çalakiya ku li Hattingenê cara ewil tê lidarxistin, bûn.

VILLINGEN-SCHWENNINGEN

Kurdên li Villingen-Schwenningenê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê de meş û mitîngek li dar xistin û peyama xwedîderketina li Rojava dan.

ERFURT

Li bajarê Erfurt ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya Rojava meşiyan. Girseya ku li stasyona trenê ya navedî li hev civiyan, heta Qada Angerê meşiyan. Beriya meşê, nûnerên Die Linke û MLDP’ê axaftinên piştgiriyê kirin.

ROSENHEIM 

Li bajarê Rosenheim ê li eyaleta Bavyerayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiyan.

Di axaftinên meşê de li ser hevgirtina bi Rojava re hat rawestandin û hat gotin ku divê statuya Rêveberiya Xweser di asta destûrî û navneteweyî de were misogerkirin.

BERLÎN 

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên ji bo şermezarkkriba êrîşên li ser Rojava wan meşek li dar xistin. Meş li Leopoldplatzê dest pê kir û heta Deriyê Brandenburgê yê Berlînê / Pariser Platz berdewam kir.

LÎNZ

Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên tu tevlî meşê bûn, gelek caran dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya Rojava meşek hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan piştî nîvro li herêma Landstraße kom bûn û ber bi Pratersternê ve meşiyan. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo aştî, azadî û wekheviyê têdikoşe.

RAPPERSWÎL

Kurdistaniyên li bajarê Rapperswil ê Swîsreyê dijîn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û xwestin peymana di navbera Şam û Rêveberiya Xweser a Rojava de were pêkanîn.

NÎCE

Li bajarê Nice ê Fransayê, Kurdistanî û dostên kurdan ji bo protestokirina êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û DAÎŞê yên li ser Rojava meşek pêkanîn. Di çalakiyê de nûnerên komeleyên Ermenan, Partiya Sosyalîst a Fransayê û Meclîsa Gel a Kurd axivîn û bal kişandin ser piştevaniya hevpar.

BORDEAUX

Li Bordeauxê bi hezaran Kurdistanî, wekî parçeyek ji çalakiyên ku bi rojan e berdewam dikin, li Meydana Place de la Bourse civiyan. Girsê ber bi Meydana Liberté ve meşek pêk anî. Girseya gel bi berdewamî dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava” û “Bijî Kurdistan” berz kirin.

AVIGNON

Li Avignonê gelê Kurd ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek li dar xist. Di dirêjahiya meşê de li ser kolanan bi berdewamî dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hat qîrîn. Meş li meydaneke navenda bajêr bi mîtîngekê bi dawî bû.

STRASBOURG

Ji ber 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê, li Strasbourgê çalakiyên xwedîderketina li Rojava di nava rojê de berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de li Meydana Kleberê standa agahdarkirinê hat danîn û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin.

LYON

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga Komîteya Rojava li Place Jean Macé kom bûn, piştî sirûda Ey Reqîb, ji bo bîranîna şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Meş li Qada Bellecour bi daxuyaniyên çapemeniyê yên bi Fransî û Kurdî, dirûşme û çepikan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.