Nobeta Azadiyê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ev 9 sal in dewam dike. Nobetdarên vê hefteyê jî Kurd û dostên wan ên li bajarê Elmanyayê Stuttgartê ne.
'Nobeta Azadiyê' ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû, û niha kete hefteya 458'an.
Di nava koma ji Stuttgartê de Seval Gumuş, Sebahat Koç, Dennis Storz û hunermend Garîp Nûrhak hene.
Çalakî li meydana li pêşberî avahiyên Konseya Ewrûpayê, Parlamena Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bi biryardarî dewam dike. Seval Gumuş bi navê çalakgeran axivî û diyar kir ku cara sêyemîn e ew ji Stuttgartê tevlî çalakiyê dibin û bi vê yekê jî serbilind e.
Seval Gumuş got, "Her cara ku têm çalakiyê, hêviya min mezin dibe ku rojekê Rêbertiyê li nav me bibînim" û destnîşan kir ku çalakî dîrokî ye. Seval Gumuş bal bire ser greva birçîbûnê ya girtiyên syasî ya li dijî tecrîdê û got, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên gelê Kurd in.
Seval Gumuş xwest Kurd hefteya rojbûna Ocalan jî veguherînin hefteya şikandina tecrîdkirina Ocalan.
STRASBOURG