Festîvala Burning Man ya ku her sal li çola Nevada ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dihat lidarxistin, îsal jî ji ber şertên pandemiyê hat betalkirin. Burning Man yek ji wan festîvalên muzîkê yên herî mezin ên dinyayê tê zanîn.

Festîvala Burning Man, par jî ber pandemiyê hatibû betalkirin. Organîzasyona Festîvalê îsal jî bi videoyekê da zanîn ku ew ê nikaribin festîvalê li dar bixin. Li gorî amadekariyan festîval dê îsal di navbera 26 ê Tebax û 3 yê Îlonê de bihata lidarxistin, lê ji ber belavbûna pandemiyê biryara betalkirina festîvalê hat dayîn.

Festivala Burning Man ya muzîkê ev 35 sal in tê lidarxistin. Her sal qederê 80 hezar kesî tevlî vê festîvalê dibûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN