Bû û çûya Erdogan

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:41

  • Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Projeyeke dewleta Tirk heye ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xencerekê ji hev qut bike. Lê belê hem gelê Başûrê Kurdistanê û hem jî yê Rojava hay ji vê heye. Li gorî vê radibin û rûdinin. Gelê Kurd wê destûra hewldaneke bi vî rengî nede.

ERKAN GÜLBAHÇE / SAARBRÜCKEN

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan piştî civîna desteya wezîran a 11´ê Cotmeha îsal careke din gef li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî xwarin. 

Li ser mijarê Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got, NATO û Koalîsyona Navneteweyî lazim e rastiya dagirkeriyê bibînin, Tirkiyeyê hişyar bikin û desteka xwe ya sîlehan ji ser qut bikin. 

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bersiva pirsên rojnameya me da.

Nûrî Mehmûd li ser pirsa me got, dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li ber xwe weke astengiyê dibîne, timîji bo êrişê hincetan çêdike û wiha dewam kir: ”Bi bermahiyên DAIŞ’ê û çeteyên din ên li dora xwe kom kirine, dixwaze weke li Efrîn û Serêkaniyê bi ‘
bû qediyayekê´ ji nû ve êriş bike.” 

Bi ya Nûrî Mehmûd, yek ji armancên Erdogan jî ew e ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser pûç bike: ”Erdogan, nexasim ji bo ku hevdîtinên li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li meydana navneteweyî pûç bike, beriya van hevdîtinan yan jî piştî wan van îdîayan bi dengekî bilind îfade dike.” 

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk di hundir de di nava krîza aborî de digevize, li derve li meydana dîplomasiyê prestîja wê nemaye, tenê maye û wiha dewam kir: ”Ji Biden û Putîn a dilê xwe nesitand. Bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê hincetan li hev tîne, planan dike ku êrişî Rojava bike û xwe hinekî be jî re rehet bike. Erdogan êrişên dagirkeriyê ji bo ku şexsê xwe rizgar bike, dike. Armanca wî ya esasî ew e ku bi qerepere û geremolê rewşeke awarte biafirîne, pê re dengê xwe zêde bike û desthilata xwe dewam bike. 

Ev siyaseta êrişkar a Erdoganî, ji bo herêmê tehlûkeyeke gelekî mezin e. Siyaseta cihadî-faşîst a Erdogan ne tenê ji bo Bakur û rojhilatê Sûrî lê ji bo dinyayê hemûyî jî tehlûke ye.” 

Erdogan wê bi Rûsyayê re li hev neke

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser pirsa me got, krîza kûr a Erdogan afirandî, tesîrê li Rojhilata Navîn, lê her wiha li Rûsya, Ewrûpa û Emerîkayê jî dike û wiha mesele rave kir: ”Tehlûkeya wî afirandî, hindik me jî niha êdî Rûsya û nexasim Emerîka wê hindik be jî dibînin. Bi ya min ji niha û pê ve DYE wê zêde guh nede Erdoganî. Rûsya jî wê dev ji berjewendiyên xwe bernede.

Ji bo Rûsyayê, Sûrî mewziyeke muhim e. Rûsya ranabe, ji bo ku Erdogan siltaniya xwe ava bike ew ê dev ji Sûrî û berjewendiyên xwe bernede. Rûsya belkî hin peymanên demkî mohr bike. Bi gumana min, Erdogan ji bo ku desthilata xwe dewam bike bi Rûsyayê re  hewl dide peymaneke din a weke ya  Efrîn, Idlib û Zebedanî mohr bike. Lê bi texmîna min wê ev hewldana wî neçe serî.”

Gelê Kurd wê destûra xencerê nede

Li ser pirsa me ya elaqedarî komkirina esker li ser sînor jî Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd dibêje, ”Komkirina esker li ser sînor, li dehma Dirbêsiyê û Amudê, ne nû ne, ew her li wir bûn. Lê belê her ku ber xwe dibînin, dixwazin deverên stratejîk ên Rojava dagir bikin û statuya heyî ji holê rakin û ji bo vê her gefan dixwin. Ev gefên Tirkiyeyê hîç kêm nebûne.”

Li ser pîlana ji hevqutkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya ku di çapemeniyê de belav bûbû jî, Nûrî Mehmûd got, ”Di van sedsalên bihurî de miletê Kurd bû xwedî nihêrîneke neteweyî - fikrên partiyan ji hev cihê, gotarên wan hişk jî bin - di warê netewebûnê de bipêşketinek çêbû. Dewleta Tirk ev dît, û ji ber vê projeyeke wê heye ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xencerekê ji hev qut bike. Lê belê hem gelê Başûrê Kurdistanê û hem jî yê Rojava hay ji vê heye. Li gorî vê radibin û rûdinin. Gelê Kurd wê destûra hewldaneke bi vî rengî nede.”

Garantor ne ti garantor in

Nûrî Mehmûd li ser rola garantoriyê ya Rûsya û DYE’yê got, ”Di warê garantoriyê de helwêsta Emerîka û Rûsya pirr kêm e. Naxwazin bibînin ka Tirkiye li Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Helebê çi dike. Ew rola xwe ya garantoriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk bi cih naînin”. 

Teknîkeke li dijî êrişan

Li ser êrişên dewleta Tirk ên bi îstîxbarata ji nav erdên Rêveberiya Xweser jî Nûrê Mehmûd dibêje, ”Ji bilî teknîka bi pêşketî, bi pereyekî zêde mirovên bêqedr, îrada wan qels dikire, û êrişan bi agahiyên ji wan dike. Yanî çend caran GPS bi erebeyê vekirin, û ji jor ve bi balefiran êriş kirin. Lê şoreş li dijî van tevdîrên xwe digire. Em li dijî vê teknîkê hewl didin teknîkê bi pêş bixin.”

Armanc rizgarkirina Efrîn û Serêkaniyê ye

Herî dawî jî me ji Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd pirsî, gelo heta îro ew çima nikarin herêmên dagirkirî rizgar bikin: ”Em ê dev ji armanca xwe ya rizgarkirina herêmên dewleta Tirk dagirkirî, negerin. Derfetên di destê Rêveberiya Xweser belkî îro têra rizgarkirina Efrîn û Serêkaniyê nekin, lê belê xebatên me yên cidî hene li ser projeyên ji bo derxistina dewleta Tirk ji deverên dagirkirî. Helbet wexta ku dema wê hat, emê deverên dagirkirî rizgar bikin û xelkê xwe yên ji wan deveran penaberkirî jî vegerînin ser cih û warên wan.

Ez dixwazim herê dawî bangekê li raya giştî ya navneteweyî bikim: Gelên li Tirkiyeyê, ji ber hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê gelekî diêşin, zirar li wan dibe. Erdogan çawa ku ji Tirkiyeyê tehlûke ye, ji bo Rojhilata Navîn û herêmê jî tehlûke ye. Raya giştî ya navneteweyî divê vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwêst xwe diyar bike, û tavilê ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, helwêsta pêwîst nîşan bide.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.