- Malbata gerîlayê PJAK’î yê bi navê Edrîs Faghihi, li ber buroya Muhafizên Şoreşê yên Îranê (IRGC) ya bajarê Ûrmîyeyê protestoyek lidar xist.
Malbata gerîlayê PJAK’î yê bi navê Edrîs Faghihi, li ber buroya Muhafizên Şoreşê yên Îranê (IRGC) ya bajarê Ûrmîyeyê protestoyek lidar xist.
Edrîs Fahihi beriya 7 mehan hatibû binçavkirin û malbat derheqê wî de agahî negirtiye.
Çavkaniyekî ku ji Komeleya Mafên Mirovî ya Kurdistanî (KHRN) re axiviye wiha gotiye, “Polîsên li ber buroyê û hêzên ewlehiyê guh nedan gotinên malbatê. Dema dayika Edrîs, Fatma Maghsoudi xwest xwe li ber buroyê bişewitîne hêzên ewlehiya Îranê mudaxele kirin û tevî dayikê çend kes ji malbatê binçav kirin.”
Heman çavkanî got ku endamên malbatê li qereqola polîsan çend saet di bin çav de man û piştî ku soz dan ewê careke din protesto nekin hatin berdan.
Ev bû 7 meh xeber jê negirtine
Malbata Faghihi beriya çar rojan ji bo agahî jê bigirin çûbûn bajarê Sinê û ji wir jî derbasî bajarê Ûrmîye bûbûn. Ev bû 7 meh in ku malbat ji Edrîs Faghihi agahî negirtiye û ji rewşa wî ya dawî bi guman in.
Dîsa li gor agahiyên ku heman çavkanî dide di van rojên dawî de Muhafizên Îstixbarata Şoreşê ya Îranê ji malbatê re gotiye ku lawê wan di pêvçûnekê de hatiye kuştin û dê belgeya kuştina wî bi malbatê re parve bikin lê heta niha tiştek bi vî awayî neqewimiye.
KHRN di rapora xwe de gotibû ku Edrîs Faghihi di Îlona 28’an ya 2021’an de li herêma Bokanê di navbera şerê PJAK û sipahên pasdaran dê hatiye kuştin lê paşê derket ortê ku Edrîs ji şer bi saxî filitiye û niha di bin destê sipahên pasdaran de ye. Li gor rapora dawî ya KHRN’ê jî ev yek hate piştraskirin, ji ber Edrîs piştî şer qewimî 2 roj şûnde ji hêla hêzên sipahên pasdaran ve hatibû desteserkirin.
Edrîs Faghihi niha li hucreyê tê girtin û tê gotin ku rewşa wî ya fîzîkî ne baş e. Her wiha tedawiya wî jî nayê kirin. Di van rojên dawî de hin kesên ku çûne qereqolê Edrîs Faghihi li revîra qereqolê bi çavên xwe dîtine.
ÛRMÎYE