Piştî pêşniyara xweseriyê ya ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji Girava Korsîkayê re kir, Brotonyayê jî heman daxwaz kir.
Di serdana Serokkomar Emmanuel Macron a 28’ê Îlonê ya Korsîkayê de, pêşniyara wî ya xweseriya giravê weke madeyek xweser di makeqanûnê de, ji aliyê serokên meclîsên bajaran ve hat silavkirin.
Bi taybetî Serokê Meclîsa Herêmî ya Brotonyayê, Loig Chesnais-Girard jî heman tişt daxwaz kir.
Chesnais-Girard di girtina Kongreya Herêmên Fransayê de civîna çapemeniyê lidar xist û got: “Min bihîst ku Serokkomar ji bo Korşîkayê derbarê azadî, xweserî, zimanan û mijarên din axivî ye. Em jî heman tiştê pirs dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN