Di hefteya 474’an de koma ji Bremena Elmanyayê Nobeta Azadiyê wergirt. 

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin.
Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi awayekî komî vê nobetê werdigirin. Di hefteya 474’an de koma ji Bremena Elmanyayê, Nobeta Azadiyê wergirt. Di vê komê de Halîl Riha, Abdullah Qamişlo û Lutfu Kanîreş cih digirin.

Halîl Riha li ser navê komê axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Riha bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got “Dixwazin têkiliya Ocalan û ya gelê me qut bikin. Bi vê re jî destkeftiyên gelê Kurd tine bikin.”

Halîl Riha diyar kir ku dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê di serî de dagirkeriya ku dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê paralelî tecrîdê tê kirin û got “Rêbertiya me mifteya çareseriyê ya doza Kurdan e. Heta ku Rêbertiya me û Kurdistan were azadkirin wê têkoşîna me bidome.”

STRASBOURG