Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundekî herêma Pişdêr a Başûrê Kurdistanê barandin.
Îro dîmen hatin belavkirin û tê de eşkere xuya dibû ku bombe li nava gundekî dikevin. Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser vî gundî- Navê gund Şênê ye û li herêma Pişdêrê ye.
Balafirên dijminê Kurdistanê tam heft caran bombe li gund barandin û xisara madî li gund kirin.
Îro serê sibehê wekî din herêmên Qendîl û Balekayetî jî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Tişta ku ev nûçe û dîmen didin nîşan a sereke ew e ku ti hikûmraniya hikûmeta Başûr û ya Iraqê li Kurdistanê nîne.
SILÊMANÎ