Bombardumana artêşa Tirk
Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:55
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê, gundên Tewîla û Gozeliyê yên rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran kirin.
Herwiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî Herêma Biradostê bombebarankirin.
Li gorî agahiyan balafiran zozanên Riwara, Sinîn, Geruî Singa û Çiyasorkê gelek caran bombebaran kirine.
Herwiha balafiran herêma gundê Bêrkem, Çiyayê Bolê û Bêciwanan yên nêzî bajarokê Sîdekan a ser bi Hewlêrê jî bombebaran kirine. Êriş li nêzî cihên niştecihbûnê pêk hatin.
NAVENDA NÛÇEYAN