Boçûnî Dr. Qasimlû u rexnekanî ‘Ebdula Muhtedî

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 03:01

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(100)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî.

Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, çapî yekem: 1384 / 2005 zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî    

Şewket: Boçûnî sebaret be dahatûy Kurdistan çi bû?
Rîzwani: Hemîşe deygut ême Îranman xoş dewê û ew tawanbar kirdinaney ke le mer bîruray ciyawazîxwazane wepal ême dedrê be tewawî bê binemaye. Deygut burjuwazî Iran û hêze çepekan lem xale tê nagen ke dozî Kurd bê dêmokrasî bo Iran ser nagrê û ta ew katey ke komelanî xelik le çarenûsî xoyan da beşdar nebin nageyne hîç şitêk. Dûr nîye be zebrî çek bituwanîn nawçeyek azad bikeyn, belam ewe asûdeyî nîye. Mela Mistefa Barzanî çend car le 'Iraq ew karey kirduwe û negeyiştuwete cêyek. Ta zemanêk ke le Taran hukûmetêkî dêmokratîk berqerar nebê, Kurdekanîş nagene hîç kwê.

Şewket: Aya meseley hawkarî hawbeşit legel hêna gorê?
Rîzwanî: Ew legel ew raye bû û deygut debê bereyekî hawbeş le hemû hêzekan pêk bihêndirê û bo despêk renge bikrê beyannamey hawbeş der bikrê. Giftugoy ême sebaret be hawkarî hawbeş le pirênsîpe giştîyekanî tê neperand.

Şewket: Pêwendî legel gurûpekanî dîke da çon bû?
Rîzwanî: Teqrîben legel hemû gurûpekan giftugo û muzakereman kird û hemûyan deyanwîst ême le ber helekanman le rabirdû da sûk ken. Gişt ew rexneyaney ke le ême dekran le helwêstî çepewe bû.

Şewket: Bo dena dekra le helwêstî rastîşewe rexne le êwe bgîrê?
Rîzwanî: Gutim ke deyanwîst ême sûk ken. Baştirîn numûney helsukewtî Komele bû legel ême. Her le heman dîdarî hewel da Muhtedî gutî her rexneyek debê be nûsraw bê û êmeş eweman qubûl kird; çunke demanwîst lew bareyewe belgeyek amade bikeyn. Katêk ew belgeye amade kira legel Komele kobûneweyekman kird û ew belgeyem le ber dest Muhtedî na. Ew belgekey xwêndewe. Ewcar miştêk beyanname û belgey le gîrfanî derhêna ke Hîzbî Rencberan bo bergirî le Cimhûrî Îslamî bilawî kirdbuwewe û be dengî beriz ewaney bo ew kesane xwêndewe ke le muzakereke da beşdar bûn. Katêk ew kare tewaw bû zor rep û rû rûy le min kird û pêy gutim: "êwe oportunîst bûn, êstaş oportunîstin û oportunîstîş demênnewe. Ême le xebat be dijî êwe daye ke pere destênîn." Ew helsukewte be hîç cor munsîfane nebû.

Şewket: Legel çirîkekanîş dîdartan hebû?
Rîzwanî: Dîdarêkman hebû legel Eşref Dêhqanî. Le ber helatnî le zîndan le serdemî Şa bibû be core ustûreyek û hurmetêkî taybetîm boy hebû. Lew dinya zibr û tûreyey Kurdistan le jêr agirî dujmin û destegerîy siyasî da wek pola rawestabû. Helbet hêzêkî ewtoy bo nemabuwewe û qisey ewe bû ke Çirîke Ekserîtekan xiyanetyan kirduwe be bizûtnewe. Duwatir gurûpe Çirîkîyekan çekyan le yektirî helkêşa û pêşmergekanî Talebanî naçar bûn çekyan biken.

Şewket: Jiyan le Kurdistan çon radebra?
Rîzwanî: Êrec be dûr û dirêjî jiyan û xebatî êmey le Kurdistan şî kirduwetewe. Belam çend pinktêk mawin ke debê amajeyan pê bikem.
Yekem hengaw rexne le xo û kokirdnewe ser yekî rabirdû bû ke be bê ew kare nedekra hîç hengawêk helênînewe. Nuxteyekî dîke wulam danewe be bîr û ray ew hawrêyane bû ke neyanwîstbû bêne Kurdistan. Ew bîr û rayane car car be rêgay name yan qasîd be dest êm e degeyişt û xalî duwayî gelale kirdinî bîr û raman bo kongireyek bû ke demanwîst le Kurdistan pêkî bênîn. Ke wa bû kobûnewey zorman kird û wa biryar dira her hawrîyey bîruray xoy binûsê û ewan le sê nusxe da paknûs bika û le ber dest ewanîdî binê.

Şewket: Rêgayekî dîketan nebû bo ewey wextî pê bikûjin?
Rîzwanî: Le Kurdistan ewendey bitewê kat heye; belam leber ewey ême bew core meselanewe xerîk bûyn, xalbe serman qal bû.

Şewket: Çend kes bûn?
Rîzwanî: 20 kesêk debûyn, car car kemtir û car car ziyatir. Zor car wa debû ke hawrêyan le nawçey cor be corî Iranewe dehatin, maweyek demanewe û duwaye degeranewe. Le gurûpî ême da dû pizişk hebûn yekyan duktur Aram (ew nawe xwazraweye, şîkirdnewey Şewket)  ke xwêndinî xoy le zankoy Taran tewaw kirdbû û le zemanî şa da maweyek zîndanî bû. Hawrêkey dîke xelkî Burucêrd bû ke le Emrîka legel konfêdrasyon kewtibû û ber le hatnewe bo Iran xulêkî yarmetîye seretayiyekanî dermanî xwêndbû. Derzî lê deda û hemîşe bizey le ser lêwan bû. Hemuwan be duktur Hesen bangyan dekird, be bê ewey ke medrekêkî hebê. Pinktî serincrakêş ewe bû ke zorbey nexoşan le çaw duktur Aram ke be rastî pizişk bû, seretiyan deda be wî. Ême bew xizmete dermanîyane hem le xelik nizîk debûynewe û hem le derd û rencî ewanman kem dekirdewe û tuwanîman jimareyek pêşmerge le dewrî xoman ko keynewe. Ewan deyanzanî komonîstîn, belam leber ew yarmetîyaney ke weryan degirt girîngîyan nededa bew meseleye.

Dirêjey heye….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.