MURAT MANG/ HERFORD
Kampanyaya “Bişirînekê diyarî Mêxmur û Şengalê bike” bi hewla kesên xwebexş li Elmanyayê dewam dike. Xwebexş yan piştî karê xwe yan jî piştî dibistana xwe ji bo kampanyayê dixebitin. Ew dibêjin, “Bişirînek, dilxweşî hêjayî her tiştî ye”.
Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî û Hêvî (ÎKAH) li Elmanyayê dixebite. Înîsiyatîfê ji bo ku piştgiriyê bide zarokên li Mexmûr û Şengalê kampanyaya “Bişirînekê diyarî Mêxmur û Şengalê bike” daye destpêkirin. Kampanya îsal cara sisiyan e tê birêvebirin û wê sibe (12´ê Kanûnê) bi dawî bibe. Yek ji xwebexşên kampanyayê Ezgî Dersim e. Ew xwendekara sinifa 10´an ê Gymnasiumê ye li bajarê Elmanyayê Ulmê.
Karekî mezin dike
Ezgî dibêje, ew hewl dide diyariyan ji Rojava re bişîne, lê dike û nake ji bo vê derfetan peyda nake. Gava vê kampanyayê dibîne, tavilê weke xwe bexş dikeve nav xebatên wê: “Hesteke pirr xweş e gava mirov karibe alîkariya zarokên li Mexmûr û Şengalê bike. Par haya min ji vê kampanyayê nebû. Îsal pê hisiyam û ji dil û can jê re dixebitim.” Ezgî dibêje, xebatên wan heta niha baş dimeşin û wan 80 çente amadekirine: “Em tevî 6 hevalên xwebexş vî karî dikin. Yên ku diyariyan tînin, dibêjin ev karekî pirr baş e. Derfetên zarokên li Mêxmur, Şengal û Kurdistanê pirr kêm in. Werin em bişirînekê diyarî wan bikin”.
Zubeyde Polat li bajarê Elmanyayê Herfordê, ev 3 sal in bi awayekî çalak di nava xebatên kampanyayê de cihê xwe digire. Ew dibêje, “Her sal, em dilxweşî û bişirîna zarokan dibînin, di resm û vîdeoyan de. Gava vê dibînim, westa min namîne.”
Kampanyayê îsal 1´ê Mijdarê dest pê kiriye. Zubeyde Polat ji elaqeya îsal ne razî ye: “Heta niha me tenê 180 çente amade kirine. Biryara me ew bû ku em tenê cilûbergên nû qebûl bikin, lê me destê duyê yê paqij jî qebûl kirin. Em ê pêşî çanteyan û paşê cilûbergan bişînin.”
Li Elmanyayê tenê li bajarên Hamburg, Hannover Duisburg, Herford, Bielefeld, Stuttgart, Frankfurt, Ulm, Munchen ev xebat tê kirin. Zubeyde Polat dibêje, li gelek bajaran kesên bi dilê xwe bi wan re kar bikin peyda nabin, û ji ber vê xemgîn e. Kesên ku diyariyan berhev bikin, bixin çanteyan û bigihînin navenda ku wê wan bigihîne cihê cih gava nînin, hin mirovan bi posteyê diyariyên xwe gihandine wan, hinan jî pere şandine ji bo diyariyan.
Kî bibihîze dixwaze alîkar be
Li Hannoverê karker û xwendekar xwebexş in. Yek ji wan Ayfer Kahraman e. Ew li dermanxaneyekê kar dike û hefteyê du rojan ji bo kampanyayê kar dike. Ew dibêje, “Ev karekî xweş e, em 8 heval vî karî dikin. Elaqe baş bû. Hin mirovan alîkariya madî da, me heta îro 130 çante berhev kirin. Kî dibihîze, dixwaze alîkariyê bike. Ne tenê Kurd, Elman jî alîkariyê didin. 3 hefteyan têra berhevkirinê nekir. Cara bê, em ê zûtir dest bi xebatê bikin, bikin ku meclîs hemû beşdarî bibin.”