- Di civîna Parlamena Herêma Kurdistanê de bi pirraniya dengan projeyasaya Sererastkirinê ya Neft û Gaza Herêmê hate pejirandin.
Di civîna Parlamena Herêma Kurdistanê de bi pirraniya dengan projeyasaya Sererastkirinê ya Neft û Gaza Herêmê hate pejirandin. Pejirandina yasayê di berjewendiya PDK’ê de bû, endamekî wan li Desteya Bilind a Neft û Gaza Herêmê hate zêdekirin.
Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo Yasaya Sererastkirinê ya Neft û Gaza Herêmê civiya û proje yasa bi pirraniya dengan hate pejirandin.
Li gorî yasayê, Serokê Dîwana Desteya Wezîran Umê Sebah jî bû endamê Desteya Bilind a Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê. Bi Umêd re hejmara endamên desteyê bûn 6 kes. Yanî çi dema biryarek were derxistin û her dû alî 3 bi 3 deng de bin, serokwezîr yanî Mesrûr Barzanî jî dikare dengê xwe bi kar bîne û biryar were pejirandin. Bi rengekî ji rengan, Tevgera Gorran û YNK´ê jî di vî warî de ben dan dest Mesrûr Barzanî.
ROJNEWS/HEWLÊR