Biryara HDP'ê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 12 Çile 2023 - 01:42

HDP'ê eşkere kir ku ew ê bi nazmetê xwe beşdarî hilbijartina 2023’yan bibe. Kes ne li bendê bû ku HDP biryareke bi vî rengî bide. Lewma jî vê biryara HDP'ê hesabê her kesî serûbinî hev kir. AKP û MHP li aliyekî, li aliyê din jî ew maseya şeş kesan hebû. Li gorî hesabê wan, HDP wê xwe bide aliyekî ji wan. Lê HDP'ê ne xwe da wî alî û ne jî xwe da aliyê din. HDP li ser şopa xeta sêyemîn sekinî. Ew xeta sêyemîn riya azadiyê ye. Vê xeta sêyemîn li Rojava serketinek bi xwe re anî. Ev xeta sêyemîn wê bi HDP'ê jî bide qezenckirin û di heman demê de wê bi faşîzmê bide wendakirin.

Piştî vê biryara HDP'ê rojeva li Tirkiyê jî guherî. Hinek partî û kesan ew biryara HDP'ê rexne kir. Li gorî rexneyê jî, bi vê yekê re wê AKP careke din li ser desthilatdariyê bimîne. Lê na, ne rast e. Heger AKP li ser desthilatdariyê bimîne, ew jî ji ber helwêsta maseya şeş kesan e. Wê maseyê deriyê xwe li HDP'ê venekir. Heger derdê wan bi rastî jî têkbirina Erdogan bûya, wan ê ji HDP'ê re gotiba, were em faşîzmê têk bibin. Lê derdê wan mijûlkirin e. Ew maseya şeş kesan faşîzma Erdogan rewa dike. Bi vî rengî çend meh in her kesî mijûl dikin. Heta niha li ser namzetan nîqaşê dikin û tiştekî zelal jî di destê wan de tineye. Heger deriyê xwe li HDP'ê vekiribana wê encam ji zû ve diyar bûya.

Maseya şeş kesan faşîzma Erdogan rewa dike. Wekî ku li Tirkiyê her tişt asayî ye û hilbijartin jî li gorî demokrasiyê bi rê ve diçin. Yan jî bi vî rengî nîşan didin. Bi vê yekê re faşîzmê normalîze dikin. Lê nexêr. Îro li Tirkiyê faşîzma AKP-MHP'ê heye. Pirraniya civakê ji vê faşîzmê û ji vê zilmê nerazî ye. Yê ku karibe cesaretê bide civakê û wan rake ser piyan jî muxalefet e. Heger muxalefet hebûya wê AKP-MHP tine bûya. Bi saya wê muxalefetê Erdogan li ser desthilatdariyê ye. Heger wekî HDP'ê wêrek bûna, ev tişt bi serê Tirkiyê nedihat. Di vê zilmê de jî para mixalefetê heye. Tenê HDP dikare li dijî faşîzmê bisekine û hesab ji wan bipirse. Wekî din maseya şeş kesan û mixalefeta wan çîrok e.

HDP'ê wekî din biryar da ku bi AKP'ê re hevdîtinan jî neke. Ji aliyekî ve doza girtina HDP'ê xistine rojeva xwe, ji aliyê din ew alîkariya dewletê ya ji HDP'ê re diçû, sekinandin. Di rewşeke wiha de HDP wê çawa karibe bi AKP'ê re hevdîtinê bike. Daxwaza AKP'ê ew bû ku ji bo guhertina hin xalên destûra bingehîn bi HDP'ê re hevdîtinê bike. Lê HDP'ê ev hevdîtin qebûl nekir. Ev biryarên HDP'ê cesaretek da civakê jî. Bi vî rengî HDP'ê moralek jî bi gel re çêkir. Li aliyekî got, ez ê bi namzetê xwe têkevim hilbijartinê û ji AKP'ê re jî got na.

Ev helwêst û biryara HDP'ê encama siyaseta xeta sêyemîn e. Xeta sêyemîn îro li Rojava bûye sembola demokrasiyê. Xeta sêyemîn gelek destketî bi xwe re anîn. Heman tişt îro li Tirkiyê jî heye. Li aliyekî faşîzm, li aliyê din qaşo maseya şeş kesan heye. Lê derdê wan kesan ne dijberiya Erdogan e. Ew nabêjin, em dijberê Erdogan in. Ew kes li dijî siyaseta Erdogan nasekinin. Gotin û kiryarên Erdogan li hesabê wan tên. Îro ew jî werin ser desthilatdariyê, ew ê wekî Erdogan tevbigerin. Lewma jî derdê wan desthilatdarî ye. Heta ku ev zihniyet bi vî rengî bifikire wê tiştek neyê guhertin. Ya ku karibe guhertinê pêk bîne HDP ye.

HDP'ê got dilê milyonan bi me re ye û ev yek besî me ye. Ev hêza gel wê serketinê bi xwe re bîne. Lê partiyên din hêza xwe ji gel nagirin. Ew bi zext û zordariyê, dibin desthilatdar. Erdogan jî mînaka wê ye. Yên hesabê HDP'ê nakin wê têk biçin. Îro HDP qedera Tirkiyê diyar dike. Bi biryara HDP'ê re dest û lingên wan partiyan li hev herbilîn, hew zanin çi bikin. Ji îro bi şûn ve jî bila biçin li ber HDP'ê bigerin. Bila bibînin ku Kurd ne hewcedarê wan in. Kurd bi îradeya xwe mezin bûn û îro jî bi hêza xwe mezin dibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.