Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Germiyanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên Kurdistanê meşiyan.
Li navçeya Kelarê ya Germiyanê, komek ji endamên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê doh danê êvarê li nava bazara navçeyê meşiyan û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir.
Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Welatparêz daxuyaniyek ji aliyê Şaho Germiyan ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dagirker û xiyanetkar dixwazin Kurdistanê tine bikin. Lê bi pêşengtiya şoreşgerên Kurd ev xewna wan tê bingorkirin. Daxwaz ji gelê Başûr dikin da ku careke din rê nede kîmyabarana Helebce û Enfal dubare bibin û helwêstê nîşan bidin.”