Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(115)
hsghazi@gmail.com
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)
5- Eto le Bekreco birîndar bûy û bûnî kitêbî sûrî Mao le gîrfanî qemseleket da le mergî qet'î rizgarî kirdî. Ewe çi bû û kengê qewma?
Wulam: Basî tarîx û kengê keym lê mepirse daway lê burdin dekem. Tenanet webîrm naye kengê çûyne ewê, û çi maweyek lewê bûyn û kengê geraynewe (temaşay kitêbî bîreweriyekanî çuwar hawrêy dîke bike).
Le gorayî derewey meqerî Mam Celal û ême, car û bar hêndêk mîtîng berêwe deçû û Mam Celal qisey bo pêşmergekan dekird. Le yekêk lew mîtînge gewrane da ke ziyatir le 400 – 500 kes le hîmayekan, pêşmergekanî Bekreco û Silêmanî û pêşmerge mîwanekanî wa le Iranewe hatbûn û ême têyda amade bûyn, lew demeda ke Mam Celal qisey dekird lepir guleyek le lûley tifengî Birnûy yek le pêşmergekanewe derçû we ber rextî piştêndî pêşmergeyek (ke pêm wabê Kak Fuad bû) kemaney kird û deyan letkî lê buwewe ke çend kesî zor be sûkî birîndar kird. Dû le letkekan be şêweyekî seyr we dû lay tewêlî Kak Îsma'îl kewt û xwên fîçqey kird û hemû be peşokawî berew wê çûn û pêyan wabû guleke kunawdîw buwe û le lay dîkewe derkewtwe. Lekatêk da eslî guleke we lay çepî sîngî min kewtibû. Belam le bextî xoş, leber ewey ke kitêbî Sûrî Mao Zedong be cildî plastîkîyewe le baxelim da bû û estûrayî kitêbeke, zerbî lete gulekey girtbû ta nêwerast perasuwekanim roçûbû, belam negeyiştbuwe dilim. (Mam Celal be galte deygut ewe percûy hawrê Mao Zedong bû û kitêbe sûre kun bûwekey be yadgar helgirt û be hemwanî nîşan deda ke îman bênin bew percuwe!!! – Ew zemanî le gowarî Beijing Review da peyta peyta basî destkewtî sen'etî, pizişkî û 'îlacî nexoşî sext dekra le akamî dekar kirdnî "ramanî Mao Zedong" da) katêk guleke we min kewit, min tenê hestim be sûtaneweyek kird le sîngim da û çawim bo helnedehat, belam ber lewey bikewim, çawim kewit be Kak Îsma'îl ke rûberûm rawestabû û emîş leber ewey pêm wa bû le layekewe guley wê kewtûwe û le lay dîkewe derçuwe be dilniyayewe natwanê bijî. Belam lepir Kak Îsma'îl destî kird be duruşim gutnewe be zimanî Almanî, “Es lebe Revolution! Lebe Mao Zedong! Nieder mit der Shah Rejim”… (Bijî şoriş! Bijî Mao Zedong! Merg bo rêjîmî şa! ...) emin be bîstinî ew duruşmane be zimanî Almanî û le Bekreco û le naw Kurdan, hem waqim wirma û hemîş bo lehzeyek lew halete da wepêkenîn kewtim û duwaye le hoş çûm (zor duwatir Kak Îsma'îl [Îrec Keşkolî] le kitêbî bîrewerîyekanî da basî ew doxey kird bû wek "tîr mest". Lew duwayiyane da Bilqîs banû, hawserî yadî bezîndûyî bimênêtewe Îrec Keşkolî, gutî ew zaraweye le naw 'eşîretekanî ustanî Fars da birewî heye ewîş eweye, miro ke guley wê dekewê bo lehzeyek mêşkî lekar dekewê û tûşî doxî mestî dê.
Minyan bird bo Silêmanî bo dermangeyek ke ne dukturî hebû u ne amrazî pizişkî tewaw – tenya kiçêkî nexoşewanî cewan lewê bû û destbecê pênsêkî le şwênî çeqînî gulekewe bird ke derî bênê, belam le ciyatî gule perasuwekanmî girt û ray kêşa. Emin ke be gulle wêkewtneke hîç hestim be jan nekirdbû, leber êşî perasuwekanim hawarêkî ewtom kird ke kiçeke dem û pişt kewit! Duwatir Dr. Celal (Laşayî) hat û tedawî pêwîstî kirdim, belam hêştaş wirdey letkî gulle wek yadgarî! de bednim da mawetewe.
Belam ew pêşmergey ke gullekey le dest derçûbû, nasrabuwewe û gîrabû û be tesewrî ewey neka hewlî têror dirawe, xistbûyane jêr lêpirsînewe, ta ewey ke be şahîdî danî ew kesaney le dewr û berî bûn, selma ke ewe be tewawî be rêkewt bûwe û bernameyekî têror le gorê da nebûwe.
6- Basî ew doste Kurdaney xelkî Başûrî Kurdistan bike lew maweyey da ke le Kurdistanî Iraq bûn u têkelawîtan legelyan hebû! Basî taybetmendîyekanyan. Karî hawbeştan legel ewan be taybetî rûnakbîrekanî Silêmanî çilon bûn?
Wulam: Legel zor lew azîzane pêwendî nizîk, hatuçû û bernameman hebû. Nawî zoryanim webîr naye, boye hewil dedem le sertawe hêndêk be kurtî basî ewane bikem ke hêşta webîrm dê û paşan hêndêk amaje bikem be bernamey giştî.
* Kak Newşîrwan Mistefa: Balaberz û barîkele bû, sîmay esmer u haletî tûrey hebû. Le rûy xwêndewarî û wişyarî û ezmûn, zor le xelkîtir lesertir bû. Zimanî Farsî be başî dezanî û le hemû şwênêk wergêrî ême bû. Legel ême zor dilpak û be muhebet bû û rêzêkî zorî lê degirtîn û hewlî deda lew şitaney ême demanzanî fêr bê. Legel xelkî dîş mêhrewan bû. Belam zor car be tûreyî û leserewe ra helsukewtî legel dekirdin. Le karî wergêran da zor yarmetî be min dekird û zor car galtey legel dekirdim. Zor le Qadir Şerîf dilmend bû û lew çet û giriftaney bo êmey saz dekird tûre bû û ...
* Kak Fazilî Mela Mehmûd: Cewanêkî xwêndkar bû le Bexda. Rûxoş û dilpak û jîr bû. Zor car dehate Bekreco bo lay ême û zor ehlî xwêndnewe û fêrbûn bû. Wirde wirde jimareyekî zor le xwêndkaranî Kurdî be ême nasand. Ewîş legel min zor nizîk û dilpak bû. (Zor car bo hemam kirdin deçûyne malyan le Silêmanî û daykî berêz û mêhrewanî êmey zor xoş dewîst û be hemû şêweyek lutfî legel dekirdîn û mîwandarî dekirdîn. [Carêk ke wekû nwênerî xwêndkaranî Kurd bo beşdarî le kongirey konfêdrasyon (le duway ciyabûnewe) hatbû bo Hamburg. Her ke hate naw salonî kongireke seyr bû le dûrewe çawî be min kewit û deywîst berew min bê, ke min destbecê le saloneke çûme derê. Çunke emin ew demî hênde maweyekî lemêj nebû ke le kar kirdin le Kendaw (dubey) gerabûmewe, belam bo karî aşkra û beşdarî le kobûnewekanî xwêndkarî da, xom wekû xwêndkarêkî tazehatû le Iranewe nasandbû. Dey eger lewê Kak Fazil hatba û yektirîman le baweş kirdba û maç û mûç... Be tewawî keşf debûm û halim zor şir debû!
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)
21 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (278)
14 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)
7 hezîranê