- Serikên şer ên roketên dronên Tirk, sîstema wan a radarê, fîltreyên wan ên sotemeniyê hemû ji şirketên Elman hatine kirrîn. Bi parçeyên xwe û hevkariya bipêşxistina wan, dronên Tirkan weke projeyeke hevpar a NATO’yê xuya dikin.
Dewleta Tirk bi dronên xwe yên bi sîleh li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek komkujî kirin. Li Lîbya, li Qerebaxê destwerda pêvajoyên siyasî û şer. Li şûna ku bikeve ber lêpirsînekê, cezakirineke navdewletî, hinek ji ber sûcên wê hesab jê bipirsin, bêhtir pesnê wê bi “teknoljiya wê ya dronan” hat dayîn.
Endama NATO’yê dewleta Tirk bi teknolojiya xwe ya dronan qedera şeran guhertiye xebero. Rastî ne ev e. Teknolojiya wê, bi nûçeyên beriya niha jî eşkere bûyî hîna jî para bêhtir ji welatên NATO tê. Kamerayên Kanadayî, destên sîlehgir ên ingilîz, serikên roketan ên Elman. Axir di teknolojiya dronên bi sîleh de çi ma? Bernamenivîsî? Bi belgeyên Ermenistanê di şerê Qerebaxê de bi dest xistî, bernamenivîsiya elektronîk a ji bo dronên Tirk jî ‘Made in NATO’ bû. Herî kêm du şirketên Elman ji bo çêkirina vê teknolojiyê bi dewleta Tirk re kar kirine. Hem jî gava ku fermî qaşo firotina sîlehan a ber bi dewleta Tirk ve hatibû rawestandin. Mirov dikare behsa biratiyeke kujer a dewleta Tirk û dewleta Elman a nêzî du sedsalî bike di warê hevkariya eskerî de. Herçî projeya dronan dewleta Tirk e jî, weke projeyeke hevpar a NATO’yê diyar dibe.
Piştî ku efserê Elman ê ji Prûsyayê Helmût von Moltke sala 1836’an ji bo modernkirina artêşa Osmanî, tevlî seferên artêşa Osmanî bû, hevkariya eskerî ya herdu welatan heta îro her dewam kir. Di çêkirina dronên Tirk de para teknolojiya Elman jî esasî ye. Niha îsbat bûye ku du şirketên Elman parçe û teknolojî firotine dewleta Tirk. Yek ji wan Hengst e û yan din jî SMS Smart Microwave Sensors GmbH ye. Berhemên wan li ser drona bi sîleh a Tirk Bayraktar TB2 hatin dîtin û ev yek hat îsbatkirin. Zavayê Erdogan pirraniya teknolojiya dronên xwe ji welatên NATO îtxal dike, ji Elmanya, Ingilîstan, Îtalya û Kanadayê. Kanadayê fermî ragihand ku wê firotina van parçeyan rawestandiye. Şirketa wê L3Harris Wescam êdî kamerayan nafiroşe dewleta Tirk. Şirketa Fransî Beringer Aero jî êdî parçeyan nafiroşe dewleta Tirk. Lê welatên weke Ingilîstanê her tişta dikare, difiroşe dewleta Tirk. Elmanya jî fermî qaşo sîlehan nefiroşe dewleta Tirk jî, dike ku mirov bibêje, sal bi sal xwezî bi par.
Teknolojiya sivîl a radaran?
SMS Smart Microwave Sensors GmbH teknolojiyeke radarê ji bo birêvebirina çûnûhatina wesaîtan û pîşesaziya erebeyan bi pêş dixe. Şirket cîhaza pîvanê bilindahiya radarê difiroşe şirketa Bayraktar a ku dronên dewleta Tirk çêdike. Ev sîstemên bêtêl ên ajotinê ne ku bi wan dron rehettir û çêtir tên kontrolkirin.
Şirketa Hengst sîstemên fîltreyê difiroşe pîşesaziya erebeyan. Fîltreya Hengstê ya sotemeniyê li ser dronên Tirk jî hat dîtin.
Şirket li ser bazara xwe ye û heta niha ti bersiv nedaye pirsên çapemeniyê, ji bilî ku berpirseke wê ya peywendiyên bi raya giştî re kenî be û telefon li rûyê rojnamevanekî Limburger Zeitung girtibe.
Hevkariya NATO’yê û rola Elmanya
Rayedarên Elman ên ku qaşo firotina sîlehan rawestandine, ji wezareta bergiriyê ya Elman dibêjin ne erka me ye. Ji wezareta karê derve bi xwe li ser pirsan timî eynî daxuyanî tê: Li ser meselê li ber destê hikûmetê tenê agahiyên ji çapemeniyê hene. Yanî dibêjin, em ê dronên Tirk li ser piyan bihêlin. Elmanya bi bêdengiya xwe ya beramberî mijarê rola xwe ya çekdarîkirina hevalbenda xwe ya NATO’yê dewam dike.
Elmanyayê firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve qaşo sala 2019’an sekinandibû. Lê heman salê Elmanyayê bi buhayê 250 milyon euroyî sîleh firotin dewleta Tirk. Ji sala 2005’an ve meblaxa herî bilind bû ev. Jixwe serikên şer ên roketên dronên Tirk ên ku sîstema xwe li nîşanê girtinê li wan barkiriye jî bi eslê xwe ji Elmanyayê ne. Şirketa TDW’yê hem parçeyên nimûne û hem jî mafê hilberîna van parçeyan tevî transfera teknoljiyê da dewleta Tirk û dewleta Tirk di vî warî de xweser jî kir. Şirketê par li ser meselê daxuyaniyek da û got, ew di çarçoveya hevkariya welatên NATO’yê de tevgeriyaye.
FRANKFURT