Bîra ‘Bîrnebûn’ê bibin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Çile 2024 - 03:25

Kovara Bîrnebûn, ku herî dawî hejmara xwe ya 88’an derxist, da zanîn ku wan malpera xwe nû kiriye û niha malpereke kovarê ya bi rêk û pêk heye. Di malpera hatiye nû kirin de hemû hejmarên “Bîrnebûn” ê hene û mirov dikarin bi hêsanî hemû hejmarên kovarê bi dest bixin. Her wiha ji xeynî kovarê gelek nivîs jî di malperê de hatine belavkirin.

Ji bo kesên ku serpêhatiya kovara Bîrnebûnê meraq dikin va ye agahiyên di derbarê kovarê de;

“Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Elmanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997’an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê ji hejmara duyemîn bi şunda di bin Weşanxaneya Apecê li Swêdê dest bi weşanê kir.

Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne.

Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin. Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin. Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.”

Ji bo malpera nû ya kovara Bîrenbûn va ye lînk li jêr e;

https://birnebun.eu/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.