Binesaziyeke nû ji bo ragihandina Rojava

În 28 Gulan 2021 - 03:30

LUQMAN GULDIVÊ

 

Beriya du rojan min behsa şirketa Delta Crescent Energy (DCE) û hevkariya wê di projeya nûkirina binesaziya enerjiya Rojava de kiribû. Doh şirketê li ser hesabê xwe bersiva pirsên hin rojnamevanan da. Lê herî zêde jî nûçeyên li ser xebatên şirketê derketî yên Amberîn Zaman û Matthew Petti sererast kirin. 

Herduyan jî di nûçeyên xwe de îşaret bi biryara rêveberiya serokê DYE'yê Joe Biden a dirêjnekirina destûra şirketê ya muafbûna ji cezayên qanûna Ceasar a li dijî rejîma Sûrî dikir û digot, mehek mohleta şirketê heye da ku hêdî hêdî xebatên xwe rawestîne. 

Me di nûçeya xwe ya pêr de jixwe li ser daxuyaniyên şirketê yên sereke, hewl dida ji hev derxin ka xebatên şirketê li Rojava wê bisekinin yan na. Şirketê bi israr got, ew xwe nasipêre destûra muafbûna ji cezakirinên bi Qanûna Ceaser. Xebatên şirketê destûra xwe ji qanûneke serdema rêveberiya Obama digirin. Yanî şirket dibêje, ew ê karê xwe li Rojava jî dewam bike.

Qanûnî ti astengî li ber nînin

Jixwe şirket eşkere dibêje, ew nakeve nava karê firotina petrolê. Karê wê nûkirina binesaziya hilberîn û veguheztina neftê ye. Wê ekîpmanên Emerîkî yên pêşî meha Nîsanê bi cih kirin; yanî meha ku li gorî îdîayan heta dawiya wê diviya destûra wê ya xebatê bi dawî bibe. Niha şirketê daxuyaniyeke din da û got, destûra ku wê ji Meqamê Kontrola Veberhênanên li Derve [-yî Emerîkayê] (OFAC) wergirtî hatiye dirêjkirin û qanûnî li ber wê ti astengî nînin ku xebatên xwe li Rojava dewam bike. 

Rojnamevan Amberîn Zaman nûçeya xwe ya 21'ê Gulanê, doh sererast kir li gorî vê agahiya nû. Lê herçî Matthew Petti ye, bi israr daxuyaniya şirketê nedîtiye. 

Siyaseta Emerîkî diguhere lê ne elaqedarî DCE'yê

Şirket li ber ranabe ku rêveberiya nû ya DYE'yê, dixwaze wê zenê ji ser xwe rake ku dibêje, Emerîka ji bo ewlekariya neftê li Sûrî ye. Yanî rêveberiya nû dixwaze xwe ji biryara Trump bi temamî bişo. Lê belê şirketa DCE'yê jî dibêje, jixwe wan ne li gorî biryara Trump lê li gorî daxuyaniyeke OFAC'ê ya sala 2013'an yanî ya serdema rêveberiya Obama destûra xwe wergirtiye. Ev qanûn di beşên neft, çandinî û telekomunîkasyonê de îmtiyazê dide şirketên Emerîkî ku alîkariyê bidin muxalifên Şamê û hevgirên Emerîkayê li Sûriyê. 

Agahiyeke din a elaqedarî şirketê jî ew e ku, ew niha li ser neftê û nûkirina binesaziya hilberîn û veguheztina wê dixebite, lê dixwaze karên xwe berfireh bike. Ew ê dîsa xwe bisipêre heman pîvanên OFAC'ê yên sala 2013'an. Wê da zanîn ku wê brîfîngên destêpêkê li ser derfetên telekomunîkasyonê dane rayedarên Rêveberiya Xweser. Ev daxuyaniyên şirketê şiroveya di nûçeya me ya bihurî de piştrast dike ku şirket dixwaze karê xwe li Rojava dewam bike û vê jî bi qebûla Rêveberiya Xweser dike. Ji ber hişkesaliyê û qutkirina avê ji ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê wê rewşa aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser îsal dijwar be, lê serxwebûna di warê enerjiyê û telekomunîkasyonê de wê karibe tesîrên vê rewşa xirab kêm bike. Ji ber wê jî ji bo Rêveberiya Xweser jî muhim e ku karibe derfetên dewama karê şirketê biparêze.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.