Bimire xiyanet bi nûneriyê ve kirin

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:24

  • Li paytexta Swîsreyê, Bernê ciwanên Kurd çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya bi dagirkeriyê re dewam dikin.

CÎHAN OLMEZ / BERN

Li paytexta Swîsreyê, Bernê ciwanên Kurd çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya bi dagirkeriyê re dewam dikin. Wan doh nûneriya hikûmeta Hewlêrê li Bernê dagir kir û xwest hikûmet li dijî dagirkeriyê dengê xwe bike û xiyanet û hevkarî jî şermezar kirin.

Komek ji ciwanên Kurd li paytexta Swîsreyê Bernê, bi îtaetnekirina sivîl nerazîbûna xwe ji dagirkeriya delweta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya Barzaniyan bi dagirkeran re îfade kir. Ciwanên ku ketin avahiya nûneriya hikûmeta Hewlêrê, xwestin nerazîbûna xwe ji nûner yan jî rayedarekî PDK´ê re bibêjin. Lê rayedarên li nûneriyê îdîa kirin ku ti nûnerên PDK´ê li avahiyê nînin. Li ser vê ciwanan pankarta li ser wê nivîsandî, bimire xiyanet bi avahiyê ve daliqand. Ji ber ku rayedarên nûneriya hikûmeta Hewlêrê giliyê ciwanan kir, polêsan xwest bi lêdanê ciwanan bikin nezaretê. Li ser berxwedana ciwanan, polês paşve gav avêt. 

Ji xwepêşandêran, Ferhad ê Efrînî got, “Barzanî xiyanet li me kir, destek da Tirkan, û ji ber ku PDK´ê rê li dewleta Tirk vekir da ku ji pişt ve li gerîlayên Kurdistanê bixe, em îro hatin vir. Wan derî li me girt. Axir me 4-5 kesan derî vekir, çûn jor û pankarta xwe daliqand.” 

Ji xwepêşandêran Şervan Koçberî jî got, wan xwestiye xiyaneta Barzaniyan û êrişên bi sîlehên kîmyewî yên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê protesto bikin. Şervan Koçberî got, “Êdî Kurdê berê nîne. Kurd wê hesabê vê xiyanetê bipirsin. Ciwan hemû divê rabin ser piyan. Kurdistanê hemû dagirkirî ye û sibe dibe ku êdî dereng be.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.