Bîlançoya erdheja li Mexribê giran e

Nûçeyên Cîhan

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:45

Bîlançoya erdheja ku şeva Înê li Mexribê rû da, giran dibe. Hate ragihandin ku heta niha zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir a Fasê ragihand, ji ber erdheja ku li başûr rojavayê Marakeşê qewimî, herî kêm 2 hezar û 12 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê 1404 kes birîndar bûne ku rewşa gelek ji wan 'gelekî giran' e.

Erdhej roja Înê bi dema herêmê saet di 23:11'an de qewimî û asta wê jî 6.8 pile bû.

Erdhejê bandoreke giran li herêma Marakeş a tûrîstîk û herêmên Azîlal, Varzazat, Şîşava, Tarûdant, El Havûz kir.

Piştî erdhejê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin. Ji qada navneteweyî daxuyanî û peyamên ji bo piştgiriya bi Fasê re hatin dayin. Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Afrîkayê, DYE û bi dehan welatan sersaxî dan û diyar kirin ku ew ji bo alîkariyê amade ne. Erdheja roja Înê ji erdheja sala 1960'î û vir ve erdheja herî giran e. Di sala 1960'î de li Agadîrê erd hejiya bû û herî kêm 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.