HPG'ê bîlançoya şer a pêvajoya bêçalakîtiyê eşkere kir. Li gorî vê yekê, dagirkeran ji bejahî û hewayî 4848 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. 224 caran jî bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê 9'ê Sibata 2023'an bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku biryara bêçalakîtiyê daye. Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî 11'ê sibata 2023'an bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li gorî perspektîf û biryara îradeya siyasî ya şoreşa me û gelê me tevbigere, berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hêzên me yên li metropolan û bejahiyê ji 9'ê Sibatê heta 13'ê Hezîranê zêdeyî 4 mehan li gorî vê biryarê tevgeriyan."
32 hevrêyên me şehîd bûn
Daxuyaniya HPG’ê wiha dewam dike;"Lê rejîma faşîst a dijminê Kurdan ê sondxwarî ku bi hêrsa desthilatdariyê çavsor bûye, bi ti awayî guh neda bêçalakîtiyê. Berevajî, bi tevgerên berfireh êrîşên xwe dewam kir. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li eyaletê Dersim, Botan, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Serhed û Amedê tevgerên gelekî berfireh pêk anî. Di navbera 9'ê Sibatê û 13'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê 22 hevrêyên me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê jî 10 hevrêyên me şehîd bûn.
Bombeyên qedexekirî bikaranîn
Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe bi rengê operasyonên berfireh dewam kir, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji hewa û bejahî ve bombe kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê 373 caran bi balafirên şer, 139 caran bi helîkopteran, 4336 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin. Li hemberî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê 224 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kir. Di heman demê de bi kepçeyan êriş bir ser çeperên me ji bo hilweşînin.
84 dagirker hatin kuştin
Tevî ku li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn, ji ber ku artêşa Tirk êrîş kir, di navbera hêzên me û dagirkeran de 237 caran şer qewimî. Di vî şerî de 84 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn û kontrayek jî hate cezakirin.
Ev êrîş û bîlançoya giran, biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me û fedakariya mezin a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya ji bo bicihanîna vê biryarê, bêwate kir. Bêguman yekane berpirsyarê vê tabloyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê û polîtîkayên wê yên faşîzan e ku mirina mirovan a di vî şerî de ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe weke amûrekê bi kar tîne.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, têkoşîna ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiyê çawa ku bi dilsoziya bi xeta şehîdan û bi ruhê fedaî yê Apoyî heta niha meşand, ji niha û pê ve jî wê bi rengekî bêteredût bimeşîne."
BEHDÎNAN