• Hejmara kesên di erdhejê de li Sûrî û Rojhilatê Kurdistanê mirine gihîşt 3 hezar û 556´an. Rêveberiya Xweser pêngava alîkariya bi mexdûran re da destpêkirin û alîkariyên destpêkê jî şandin, lê dewleta Tirk wan asteng dike. 

Li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê bîlançoya qurbaniyên erdhejê gihişte 3 hezar û 556`an û ya birîndaran jî bû 5 hezar û 192.

Berbanga 6`ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê, bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileya 7.7 erdhej çêbû. Erdhej li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û herêma rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek dever wêran bûne.

 

Herêmên hikûmeta Şamê

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Xebaş, bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 581, ya birîndaran jî bû 2 hezar û 285 kes.

Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de digirin nava xwe.

 

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne.

 

Herêmên dagirkirî

Hat ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî, hezar û 975 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 850 kesan jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin xirbeyan de ne, ji lewma dibe ku bîlanço girantir bibe. 

Di nava hejmaran de 375 welatiyên Sûrî yên li bajarên bakurê kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê mirine, û cenazeyên wan li sûrî hatine wergerandin, nînin. 

 

Rêveberiya Xweser seferber e

Li aliyê din Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê yên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê "Bi hev re ji bo mirovahiyê" kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Li temamê herêmên rêvebeirya xweser dîmenên beşdariya vê kampanyayê belêav dibin. 

 

Dagirker alîkariyan asteng dikin

Hate ragihandin ku alîkariyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ku ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkirî hatine amadekirin, ji aliyê dewleta Tirk ve tên astengkirin.

Beşa yekem a alîkariyê ku ji 30 tankerên mazotê pêk tê, gihişt deriyê Um Cilûd ê Minbicê û li benda erêkirina dewleta Tirk e. Lê dewleta dagirker heta nûçeya me dihat amadekirin jî destûr nedaye derbasbûna alîkariyê. 

 

51 cenaze gihiştin Rojava

 

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa eşkere kir ku wan heta niha 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dane, wergirtine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, wan 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê bi rêya deriyê Ewn Dadat ê di navbera bajarên Minbic û Cerablûsê de wergirtine. Qurbaniyên ku cenazeyên wan hatine wergirtin, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jiyana xwe ji dest dabûn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN