• Dewleta Tirk li Rojava jî bû sedema nekirina alîkariyê û hewara xelkê jî asteng kir. Ji ber wê gelek xirbe êdî bûne gorên komî.  

Di ser erdheja li Sûriyê re hefteyek derbas bû û ji bo kesên di bin xirbeyan de mane, hêvî nemane. Xebatên rakirina xirbeyan ku bi pêşengiya dilsozan tên kirin, veguherî xebatên lêgerîna kesên jiyana xwe jidest dane. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a zilmê, heta niha jî xwe negaihdniye gelek deveran, û ji xwe alîkairyên xelkê jî asteng dike. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, li deverên wê dagirkirî jî, ew û çeteyên wê hîna negihiştiye gelek gundan û alîkarî û hewarê jî asteng dikin.  

 

Alîkarî tên astengkirin

Alîkariyên mirovî ku ji bo herêmên hem di bin kontrola hikûmeta Şamê hem jî herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, ji aliyê van hêzan ve tên astengkirin. Alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji zêdetirî 100 tiran pêk tê, ev 7 roj in li deriyên sînor tên rawestandin. 

Li gorî agahiyên aktîvîstên Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ji her xirbeyekê cenaze derdikevin. Aktîvîstan dan zanîn ku li Sûriyê kesên jiyana xwe jidest dane 5273 kes in û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Li gorî vê;

 

Herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê

2063 kesan jiyana xwe jidest dane. Giraniya van kesan li navçeya Cebele ya Lazqiyê ne. Li Cebele heta niha nêzî 500 cenazeyan hatine derxistin. Li bajarên Heleb, Humus û Tartûsê jî hîn xebatên lêgerînê û rakirina xirbeyan dewam dike.

 

Herêmên di bin dagirkeriyê de

Li qadên Îdlib û beşeke Helebê ku El Nusra û çeteyên pêve girêdayî lê serwer in, herêmên weke Efrîn û Bab ku din dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, 3210 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li van herêman cihê ku herî zêde mirovan jiyana xwe jidest daye jî, navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye. 

 

Li Bab El Hewa li benda cenazeyan e

SOHR’ê destnîşan kir ku hîn di bin xirbeyan de bi sedan mirov hene û fikar heye ku hêjmara kesên jiyana xwe wendakirinê ji 7 hezarî derbas bike. 

Ev daneyên ku hatine dayîn, ew 1000 kesên ji Sûrî ku li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û hatine veguhestin nahewîne. Heroj bi sedan xizmên qurbaniyan, ji bo cenazeyên xwe yên ku bi tirên mezin li serhev hatine barkirin werbigrin, li deriyê Bab El Hewa yê li sînorê Sûriye-Tirkiyê radiwestin. Tê texmîn kirin ku di erdheja li Tirkiyê pêk hatiye de, hêjmara Sûriyeyiyên ku jiyana xwe jidest dane, 3.700 kes in. 

 

Êdî hêvî nemaye

Çavkaniyên SOHR’ê piştraskirin ku li herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de, hîn negîhîştine hin gund û navçeyan. Li gel ku di ser karesatê re hefteyek derbas bû jî, hewldanên lewaz ên ku ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane û zindî ne, hatine sekinandin. Xebatkarên rizgarkirinê, di mijara kesên sax ên di bin xirbeyan de, bê hêvî ne. Li 21 gundên li bejahiya rojhilatê Idlibê yên di bin kontrola rejîmê de ne, beriya ku ekîbên rizgarkirinê bên, kesên jiyana xwe jidest dane, hatine derxistin û veşartin. 

NAVENDA NÛÇEYAN