Bila wezîr îstîfa bike

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 02:20

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî “Çeteya Yenîdogan” li ber Wezareta Tenduristiyê daxuyanî dan. “Çeteya Yenîdogan” tê sûcdarkirin ku bûne sedemê mirina herî kêm 12 pitikan. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li Tirkiyeyê “rizîn” û “bêhna qirêj” heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku wan gelek têkildarî mafê tenduristiyê yê gel a di nava vê sîstemê de hişyarî dayîne û ragihand ku sîstema tenduristiyê ya AKP’ê mirovan weke meta dibîne û got:“Di encama wê feraseta ku mirovan weke meta dibîne de, 12 pitik hatin qetilkirin. Çima ji bo ku hin kes hîn zêdetir pere qezenc bikin, 12 pitik hatin qetilkirin? Kesên nexweşxaneyên mezin çêdikin, çavkaniyên civakê ji bo nexweşxaneyên bajêr, rêyên oto û piran xerc dikin, berpirsyarê vê pêvajoyê ne. Hikûmeta AKP’ê ji qetilkirina 12 pitikan berpirsyar e. Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû ji vê komkujiyê berpirsyar e û divê tavilê îstîfa bike.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.