Bila şer biqede
În 23 Gulan 2025 - 03:10
Xelkê Amedê banga xwedîderketina li pêvajoyê kir û gotin êdî ew ne şer aştiyê dixwazin.
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hate kirin, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya 12'emîn kom kir. PKK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî encamên kongreyê de ragihand ku ji kadroyên damezrîner Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Li dû vê ragihandin li gelek bajarên Kurdistanê ji bo Altûn û Kaytan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Beşdarên li Amedê daxwazên xwe anîn ziman.
Sakîne Behçet: Em her kesên ku bûn wesîleya vê pêvajoyê û di vê oxirê de canê xwe dan bi hurmet bi bîr tînin. Em aştiyê dixwazin. Em Kurd û rêberê wan xwedî li pêvajoya aştiyê derketin.
Menîce Yenîr: Me ji bo aştiyê gav avêt; em aştî û wekheviyê dixwazin. Em her tim ji aştî û wekheviyê re amade ne. Ji bo aştiyê me timî destê xwe dirêj kir. Em dixwazin êdî ev şer biqede.
Fesîh Altûn: Em pêvajoya aştiyê ya nû gelekî girîng dibînin. Em gel aştiyê dixwazin, lê belê baweriya me bi vê sîstemê nîne. Yekane daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi rengekî rast û durust bimeşe.
Halîme Akman: Bila her kes baş zanibe ku em gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşin. Divê Tirk jî daxwaza aştiyê bikin. Bila ne zarokên wan ne jî yên me bimirin. Me ji bo jiyanê zarokên xwe anîne dinyayê.
ANF/AMED