Bila Şam dev ji demagojiyê biqere

Sêşem 13 Tebax 2024 - 01:05

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Şamê ku Rêveberiya Xweser bi êrîşên li ser Dêrazor tawanbar kiribû, daxuyaniyek da û got,’’ Dev ji van gotinên xwe yên demagojik berdin ku ev demagojî wê tu encaman bi encaman bi xwe neyine.’’

Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên  QSD’ê bi êrîşên li ser Dêrazorê tawanbar dike wekî "Dûrketineke nû ya ji rastiyan" bi nav kir û wiha domand: "Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Şamê wekî her carê bi zimanekî dijminane diaxive. Tevahî gelê Sûriyeyê vî zimanê dizane. Di daxuyaniya xwe de qala ajantiya ji hêzên navneteweyî re dike û QSD’ê bi pêkanîna êrîşan li ser Dêrazorê tawanbar dike. Hikûmeta Şamê rastiya bûyerên ku li Dêrazorê rû didin paşguh dike. Ev êrîş ji êrîşên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û komên ku desteka xwe jê digirin, dest pê kir."

Diviya behsa dagirkeriya Tirk bikira

Daîreya Têkiliyên Derve, destnîşan kir hikûmeta Şamê bi vê hişmendiya xwe welat gihandiye rewşa aloz û gendeliyê û daxuyand li şûna ku van daxuyaniyên ji rastiyên dûr, diviyabû behsa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yan li Sûriyeyê û binpêkirina wê ya li serdestiya xaka Sûriyeyê bikira.

Redkirina fitneya Şamê girîng e

Daîreyê, zimanê kîn û xiyanetê red kir û wiha domand: "Vê zîhniyetê li ser gelê Sûriyeyê komkujî pêk anî û hîn jî li ser eynî rêyê dimeşe. Em helwesta gelê Sûriyê yê redkirina fitneya ku ji aliyê Şamê ve tê kirin û piştgiriya wê ya ji hêzên ku parastina wan kirine girîng dibînin.”

Bi fitneya rejîmê neyên xapandin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bang li gelê Sûriyê yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de kir ku bi xîtabên dijminane yên rejîmê neyên xapandin û bi awayekî yekgirtî li hemberî şerekî muhtemel bisekinin.

Em projeyên fitneyê dikin

Her wiha bang li berpirsên Wezareta Karên Derve yên hikûmeta Şamê kir ku "Dev ji van gotinên xwe yên demagojik berdin, ku ev demagoji wê ti encamê bi xwe re neyine.’’

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, diyaloga navxweyî wekî rêya yekane ya rast a avakirina welatekî demokratîk nirxand û wiha bi dawî kir: "Em her projeyeke fitneyê red dikin û em ê bi yekrêziya pêkhateyên gelê xwe li hember wan bisekinin. Her wiha em her şêweyên sextekirina rastiyan di çarçoveyên bêwate de red dikin.” 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.