Projeya JR ya dawî ji bo jina ciwan a Îranî, Nîka Shahkarami ye.
Hunermendê kolanan ê Fransî JR, bi înstalasyonên xwe yên li kolanan tê naskirin. Wî heta niha li kolanan gelek wêneyên civakî û polîtîk çêkirine. Ji bo balê bibe ser hin meseleyan hunerê xwe bi kar tîne. Projeya JR ya dawî ji bo jina ciwan a Îranî, Nîka Shahkarami ye. Ji bo karibe vê xebata xwe bike, 300 insanên dilxwaz li hev kom kirin û li New York Cityê wêneyê Nîka Shahkaramî da çêkirin. Di nav kesên li hev kombûyî de Îranî û Emerîkî hebûn. Insanên ku di înstalasyona wî de cih girtin, weke ku porê Shahkaramî bin hatin xuyanê. JR, weke her car înstalasyoneke balkêş sêwirandiye û bala xelkê dikşîne ser berxwedana li Îranê.
Nîka Shahkaramî di raperîna li Îranê ya piştî şehîdkirina jina Kurd Jîna Amînî de jiyana xwe ji dest da. Ew hîna 16 salî bû û ji bo protestoyan li meydanê bû. JR, ji bo portreyê wê çêke, li Parka D. Roosevelt Four Freedoms ewqas insan anîn gel hev û di dema çêkirina portreyê Nîka Shahkaramî de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hete gotin. JR got, çalakiyên wî yên bi vî rengî wê dewam bikin. Her wiha derbarê dirûşmeya Kurdî ya “Jin jiyan azadî” de jî got, “Ev dirûşme her tiştî tîne ziman, ji xwe min jî bi awayekî dîtbarî, ev dirûşmeya Kurdî rave kir. Em herin kîjan bajarî, em ê xebatên bi vî rengî çêkin û bikin ku porê jinan her dirêj bimîne.”
NEW YORK