Bila Meclîs ji bo çareseriyê rabe

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:40

  • Rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanî deklarasyonek parve kirin û bang li aktor û dînamîkên civakî û siyasî kirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd bi berpirsyariya xwe rabin. Di deklarasyonê de her wiha bang li Meclîsa Tirk hate kirin ku ji bo çareseriya pirsa Kurd ku xwe bide ber bar.

Li Amedê 328 rêxistinên civaka sivîl, kar, ked û pîşeyî Deklarasyona Aştiyê ya ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê amade kirin, li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê eşkere kirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û nûnerên saziyên deklarasyon îmze kirin tev li bûn.  

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku daxuyanî xwendî diyar kir armanca sereke ya mirovan ew e ku jiyaneke bêtirs, ewle û birûmet bijîn û bi bîr xist cîhaneke ku şer lê neyî, jiyaneke bi aştî heqê bingehîn e. Eren bi domdarî got di şeran de herî zêde ziyan digihije ser jin û zarokan û got li gel hemû aliyên neçê jî jî ji bo cîhaneke ku mirov lê bikaribe bijî bi rengekî lê rawestiyayî divê mirov mafê aştiyê biparêze.  

Li nav civakê daxwaza aştiyê heye

Eren anî zimên bi civakî hilweşîn û êşa şer, pevçûn û tundiyê têra xwe jiyaneke û ji bo vê jî hay ji hewceyî û giringiya aştiyê hene û got,’’Pêvajoyên ku salên bihurî yên ku ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd hatibûn destpêkirin û beşekî mezin ê civakê giringî didayê û destek dayê, mixabin ne li gorî hêviyên civakê biencam bûn. Li gel şer û pevçûn, operasyon û rûdanên tundiyê ku dîsa dest pê kirine, hêviya ku aştiyê, diyalog û muzakereyê dide ber xwe li nav hemû beşên civakê hê jî heye. ‘’

Divê meclîs xwe bike bin bar 

Eren bi bîr xist nûnerên rêxistinên civaka sivîl, yên rêxistinên pîşe û kar derheqê pirsa Kurd tespîtên xwe kirine, bang kirine û wiha domand: ‘’Tespît hate kirin ku tengijîna di mijara geşedana demokratîk a welêt de û krîzên aborî yên heyî, rasterast têkilî polîtîkayên ewlehîgîr ên domdar ên têkilî çaresernekirina pirsa Kurd in û bang hatiye kirin divê vîneke nû ya çareseriyê çêbibe, çek bêdeng bibin, astengên li pêş rola aktoran were rakirin û xasma jî Meclîs li ser çareserkirina vê meseleya sotîner xwe bike bin bar.’’ 

Pirsa Kurd mijara azadiya civakî ye

Eren bi domdarî anî ser zimên tundî, operasyonên bi çekdarî û nêzîktêdayinên bi ewlehîgiriyê yên ku bi dehan salan didomin pirsa Kurd çareser nekiriye lê zêdetir giran kiriye û got,’’Rawesta li ser polîtîkayên mîlîtarîst têra xwe ziyan daye aştiya civakî û vîna jiyana hevpar’’ û êrîşên van demên dawî yên li ser ziman û çanda Kurdî bi bîr xist. Eren got,’’ Bi îdîaya propagandaya rêxistinê binçavkirin û girtin û cezakirina kesên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine, careke dî nîşan daye bê ka ew fikra ku çareseriya pirsa Kurd weke meseleya ‘’maf û azadiyên takekesî’’ didîtin û ber pê nedihatin ku weke mafê civakî û siyasî nedîtin çendî şaş e.’’

 Bila aktor bi berpiryarî rabin

Eren diyar kir ji bo aştiyê ew dibêjin ‘’êdî bes e’’ û wiha domand: ‘’Em weke peywir û berpisyariyekê li ber civakê û welêt dibînin ku bibêjin divê aştî li Tirkiyê rojeva herî girîng û sereke be û ji bo vê jî, ji bo pêvajoyeke ku dîsa aştî lê were axaftin were avakirin, divê bi hemû berpirsan re têkilî were danîn. Bi vê çarçoweyê  em bang li hemû aktoran, dînamîkên civakî û siyasî dikin ku bi rengekî mafdar û xurt ji bo çareseriya bi aştî û demokratî bi berpirsyariya xwe rabin.’’

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.