Bila Erdogan neyê Amedê!

În 9 Tîrmeh 2021 - 04:30

Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, derbarê serdana Tayyip Erdogan a Amedê got, "Li şûna ku li Amedê bê ber avahiya me, Erdogan bila biçe serdana Malbata Şenyaşar wê ji bo hiqûq û edaletê bêhtir bi wate be."

Tayyip Erdogan îro berê xwe daye Amedê. Dibe ku ew biçe cem wan kesên ku îddî aidkin zarokên wan çûne serê çi yê jî. Yanî biçe ber avahiya HDP'ê ya li Amedê. Qeyûmê dagirker jî Amedê ji serokkomarê dagirker re amade dike.  

Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, derbarê serdana Erdogan de axivî.  Ceylan bi bîr xist ku beriya Erdogan gelek parlamenter û wezîrên AKP'î jî çûne serdana wan kesên li ber avahiya wan û got, "Piştî vekirina doza girtina partiye me serdana Erdogan ne ji xêrê re ye. Hatina wî siyaseta 'Ji rojeva girtina HDP'ê em dikarin çiqas sûdê wergirin' e. Bila li cihê xwe rûnin, gelê kurd û hilbijêrên ku deng didin HDP'ê ne wisa ji rêzê ne ku qibleya xwe biguherînin."

Ceylan got, ti hêviya civakê ji desthilata AKP'ê nemaye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Li Amedê dayikên ku xizmên xwe winda kirine, li ber avahiyên AKP'ê bi erdê ve hatine kaşkirin û binçavkirin. Me dît ka çawa nahêlin 3 kes li ber avahiya wan bicivin. Tiştên ku hatin serê Malbata Şenyaşar li ber çavê raya giştî bûn. Esas cihê ku divê Erdogan bibîne rewşa Malbata Şenyaşar e. Rewşa Malbata Şenyaşar, asta ku hiqûq hatiyê û bi erdê ve kaşkirina wijdan radixe ber çavan. Ji ber vê li şûna ku li Amedê bê ber avahiya me, Erdogan bila biçe serdana Malbata Şenyaşar, ev ê ji bo hiqûq û edaletê manedartir be."

AMED
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.