6 rêxistinên Kurdistanî, li ser kîmyabarana Helebce bang li hikûmeta Elmanyaya Federal kir û xwest Elmanya kîmyabaranê, komkujiya li dijî Êzîdî û Şebekan weke qirkirin bibîne û alîkariya birîndarên kîmyabaranê bike.
Rêxistinên Kurdistan Without Genocide, Tora Hevpeymana Rêxistinên Kurdistanê ya ji bo sucên navnetewî KONCICC, Tora Ican Kurdistan, Pêngava Dadperwerî, Rêxistina Qedexekirina Çekênn Komkuj li Kurdistanê, Rêxistina Ji bo Mafên Aborî û Civakî, li ber deriyê rêxistinên ne hukmî yên li bajarê Hewlêrê, li ser kîmyabarana Helebce 3 daxwaz ji hikûmeta Elman kirin.
Mexdîd Hacî daxuyanî da û ev daxwaz wiha kirin rêz:
- Divê Hikûmeta Elman fermî qirkirina li dijî Kurdan binase. Herwiha qirkirina Êzîdiyan, Xiristiyan û Şebekan a bi destê terorîstên DAIŞ’ê jî binase.
- Pêwîst e Hikûmeta Elman ji bo kêmkirina êşa birîndarên çekên kîmyewî û çareserkirina birîndaran alîkar be.
- Divê Hikûmeta Elman, vîzeyê bide birîndarên Helebceyê ku dixwazin ji bo dermanbûnê biçin Elmanyayê. Pêwîst e ji bo kursên xwendinê yên ji bo zarokên birîndar yên kîmyebaranê, xercekê veqetîne.
ROJNEWS/HEWLÊR