Bila êdî zarok nemirin

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:10

ÎHDê bi konferansekê malbatên gerîla û leşkeran anîn cem hev. Dayikên beşdarî konferansê bûn, xwestin tevahî dayîk destê xwe bidin destê hev û li dora aştiyê bibin yek.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otela Mîtanîa ya li Amedê konferans li dar xist. Konferans di navbera 21 û 22'yê Hezîranê de bi şîara “Rêya Diçe Azadiyê: Bîr û Edalet” pêk hat. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran hatin cem hev. Kesên ku beşdarî konferansê bûn axivîn.

Ji Roboskiyê hat

Ji dayikên Roboskiyê dayika bi navê Halîme Encu destnîşan kir ku ew dayika Serhat Encu ye û ji bo aştiyê hatiye Amedê û got: “Ez ji Roboskî hatime vir. Min gelek zor û zahmetî dît. Gelek xizmên me hatin kuştin. Di malbata me de 11 kes hat kuştin. Xwedê mafê me ji wan re nehêle. Bila dayikên leşker û polisan êdî nebêjin ‘Bila welat sax bî.’ Bila destê xwe bidin destê me.”

Em aştiyê dixwazin

Dayika bi navê Emîne Çagirga ku ji Cizîrê hat Amedê jî xwest bi hevre aştiyê biparêzin û got: “Ez Dayika Cemîle Çagirga me. Ez ji bo aştiyê hatime vir. Divê em destê xwe bidin destê hevdu û aştiyê bixwazin.”

Yekbûna li vir girîng e 

Velî Encu jî ji Roboskê hat beşdarî konferansê bû. Velî Encu jî anî ziman ku ew li ser bi navê malbata Roboskî hatine vir û got: “Ez vê yekbûna li vir gelek girîng dibînim. Ji ber ku malbatên Kurdan û Tirk li vir in. Û eşên xwe bi hev re parve dikin.”

 AW/AMED/OMER DEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.