• Siyasetvan Dr. Mehmûd Osman, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd kir da ku Newrozê bikin sedema yekitiyê.

Siyasetvan Dr. Mehmûd Osman, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd kir da ku Newrozê bikin sedema yekitiyê.

Dr. Mehmûd Osman got, “Newroz cejna neteweyî ya gelê Kurd e, tê wateya bi dawîanîna li zilm û zordestiyê. Dijminê gelê Kurd ji vê cejnê nerehet e. Mînak, dewleta Tirk ti demê nexwestiye ev cejn were pîrozkirin. Ji bona wê divê Kurd yekgirtî vê cejnê pîroz bikin.”

Di dawiyê de jî Dr. Mehmûd Osman bang li aliyên siyasî yên Kurd kir: “Pêwîst e partiyên siyasî vê cejnê bikin havênê ruhê birayetî û aştiyê. Her wiha bikin cejna hevkariya bi hev re ya herçar parçeyên Kurdistanê. Ji ber ku dijmin hertim li dijî gelê Kurd hevkariya hev dikin. Ji bona wê, divê hêz û aliyê siyasî hemû di mijarên neteweyî de yekgirtî bin.” 

ROJNEWS/HEWLÊR