Bila bibe 'Roja Bibîranîn û Şînê'
În 14 Tîrmeh 2023 - 00:25
Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê, pêşniyazqanûnek da Meclisê û xwest 13’ê Tîrmeh weke “Roja Bibîranîn û Şînê” were qebûlkirin.
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê ya di 13’ê Tîrmeha sala 1930’î de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê hatiye kirin, pêşniyazqanûnek da Meclisê. Di pêşniyazqanûnê de hat xwestin ku 13’ê Tîrmehê weke “Roja Bibîranîn û Şînê” were qebûlkirin û hat gotin, “Armanca vê yekê ew e ku komkujiyên bi vî rengî careke din neyên kirin, pêşî li ber komkujiyan were girtin û hevrûbûn çêbe.”
Di hinceta pêşniyazê de jî tiştên di komkujiyê de qewimîn hatin vegotin: “Di komkujiyê de bi dehhezaran Kurd hatin qetilkirin. Herêma Zîlanê bi dehan salan hate qedexekirin û êşên komkujiyê hê jî nû ne. Nifş hemû bi çîrokêke vê wehşet û trajediyê mezin dibin. Ji bo mayîndekirina aştiya Tirkiyeyê, divê sererastkirinên qanûnî werin kirin, komkujiyên bi vî rengî bên bibîranîn, hevrûbûnek çêbe da ku êdî tiştekî wiha neqewime. Bi ragihandina roja bibîranîn û şînê re pêşî dê li ber komkujiyên wiha were girtin û hevrûbûn çêbe.”
MA/ENQERE