Xanîkê neviya Seyid Rıza

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Cotmeh 2020 - 02:04

  • Neviya Seyid Riza Zelxa, di filmê de ber bi dawiyê ve dibêje, ew pîr bûye êdî. Ya rastî ew pîr xuya nake, lê ew têkoşîna sereqet û keftûlefta bê westan diyar e ku ew westandiye, nexasim jî di warê hestiyariyê de.

Derhênera Swîsrî ya ji Luzernê Gabriela Gyr ji bo belgefilma xwe ya li ser jiwarkirinê protagonîsta xwe xweşik bi cih kiriye. Ew jî neviya Seyid Riza Zelxa (Zeliha) ye. Ew ji bo ku erdên xwe ji dest nede li ber xwe dide. Dewleta Tirk ji bo ku erd û warên bapîrê wê desteser bike her tiştî dike. Lê ew bi rêyên hiqûqî û bi çalakiyan li ber xwe dide. Di vê filma bi navê “Zelihas Hütte (Holika Zelxê)” belgefilmeke bi naveroka siyasî ye. Di çêkirina filmê de produktorê filman Andreas Stäuble ji şirketa Filmonaut û muzîkjen Albin Brun jî bi rola xwe radibin û ew jî ji Luzernê ne.
Di belgefilmê de em dibînin ku neviya Seyid Riza pêşiya xanikê xwe dimale, ji kaniyê avê dikişîne, dest û rûyên xwe dişo, serbanê xwe tamîr dike. Li Dêrsimê, li cihê ku ev xanikê ew lê, mirov rovî û kîvroşkan nabîne, lê hirç û beraz tên dîtin. Ev dever berê şên bûn, gundên Kurdan lê bûn. Axdat cihê ocaxa Seyid Riza bû.
Sala 2000’î Zeliha Polat a hingê 44 salî, mala xwe û jiyana xwe ya li bajêr bi cih dihêle û berê xwe dide Axdatê (Agdat), wî gundikê ew lê jidayikbûyî. Wê li wir malikeke biqasî holikekê ji xwe re ava kir. Ew li wir ma.

Dagirkeran kir ku film kurt bibe

Di dema qirkirina Dêrsimê de ji malbata Seyid Riza 40 kes hatibûn darvekirin. Dewleta Tirk yên mayî jî sirgûnî Izmîrê kiribûn. Ji sala 2015’an ve Zelxa û dewleta Tirk di dozeke hiqûqî de ketine qirika hev. Gabriela Gyr jî çû cihê cih û dest bi girtina dîmenan kir. Lê ji ber şerê dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, wê sala 2016’an ji ber rewşa awarte ya dewleta Tirk a dagirker ragihandî, çêkirina filmê rawestand. Gyr dîsa jî nexwest dev ji projeya xwe berde, lê di encamê de filmeke kurttir ji ya plankirî çêkir. Di 45 deqîqeyan de bi yek protagonîstê çîroka parastina war dibêje.

Mana li çiyayan weke berxwedan Dêrsimê

Di filmê de dîmenên xwezaya bê mirov a Dêrsimê, jiyana rojane ya Zelxê li pêş in, lê film ne li ser van dîmenan e, ne li ser xwezaya Dêrsimê ye û ne jî li ser jiyana rojane ya Zelxê ye jî. Film heta mirov bibêje bes, siyasî ye.
Derhêner di dosyaya danasîna filmê de dibêje, film behsa serpêhatiya miletekî ji cih û warê xwe kirî dike, hem bi dengê Zelxayê û hem jî bi dengê şirovekerê yê di belfilmê de. Gava ku şiroveker û Zelxa behsa bapîrê wê Seyid Riza dikin, kamera li ser çiyayên Dêrsimê û xanîkê Zelxayê diçe û tê; ew dibin sembola berxwedana li dijî qirkirinê, gelek tiştên din û nexasim bîra çandî ya Kurdên Elewî.

Ji keftûlefta bê westan pîr bû

Zelxa di filmê de ber bi dawiyê ve dibêje, ew pîr bûye êdî. Ya rastî ew pîr xuya nake, lê ew têkoşîna sereqet û keftûlefta bê westan diyar e ku ew westandiye, nexasim jî di warê hestiyariyê de. Gava ku hinek bê destûr li ser erdên wê li dixwazin bîrekê bikolin, ew çawa bi ser wan ve hil dibe, diberize wan. Zelxa dixwaze xanîkê xwe hinekî din bi rêk û pêk bike, banê xwe sererast bike. Ev xanîk ji bo wê sembola berxwedana Dêrsimê ye.
Film vê yekşemê (25’ê Cotmehê) û yekşema piştre (1’ê Mijdarê) wê li Stattkino ya Luzernê saet 11:00ʼan bê nîşandan. Vê yekşemê piştî nîşandana filmê derhêner Gabriela Gyr jî wê hazir be ji bo bersivê bide pirsên temaşekeran. Film îro saet 11:00’an li Zurichê li hola sînemê ya Kosmos jî tê nîşandan. Agahiyên berfireh li ser malpera filmê dikarin bên peydakirin: www.zelihashuette.com.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.