Belgefilmên li ser komkujiya Dêrsimê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 05:40

  • Weke şêwazeke hunerî, sînemaya ku weke belgefilm tê sêwirandin giring e ji bo hafizeya me ya civakî. Ew wê hêla ku dewletê “tarî” hiştiye û naxwaze “ronî” bibe, derdixe holê û dike ku meriv li ser vê meseleyê bifikirin. 

Sala 1938’an di dîroka gelê Kurd de saleke xedar e. Nexasim jî ji bo gelê Kurd ê herêma Dêrsimê. Ji lewma Dewleta Tirk xwest zarok û zêçan tevde qir bike û heta ji bo pitikên di pêçekê de jî wê ev çavsoriya xwe nîşan da. Qirkirina li Dêrismê yeke welê ku Kurd ji bo terîfkirina wan dibêjin, “Dê weledê xwe davêje!” Di qirqirina Dêrsimê ya sala 1938’an de jî heman tişt qewimî û dê mecbûr man weledên xwe bavêjin da ku dijmin dengên wan nebihîse û wan bi girseyî nekuje. Yên ku zarokên xwe di çeman de fetisandin, yên di dergûşan de û yên di şikeftan de. Komkujiya Dêrsimê komkujiyeke bi vî rengî ye ku li dinyayê nimûniyeke vê yekê tine ye. 

Kesên ji ber şer ango şûrê dewleta Tirk filitîn piştî demeke dirêj jî newêribûn li ser vê meseleyê biaxivin û behsa wan rojan bikin. Yên bi birîndarî yan jî bi awayekî tesadufî ji komkujiyê xelas bûn, bi riya belgefilman behsa serpêhatiyên xwe û çavsoriya dewleta Tirk a wan salan kir. Em jî bi vî awayî ji zilm û zordariya dewleta Tirk ya li ser civaka Kurd haydarbûn. 

Belgefilma Çayan Demirel a bi navê “Dêrsim 38” di vî warî de yek ji wan belgefilmên çê ye ku bi şahidên wê demê re hevpeyvîn kirine û rastiya wan salan radixe ber çavan. Di destpêka belgefilmê de heger were bîra we, ew merivê ku ji komkujiyê xelas bûbû, dibêje, “Heger hûn biweşînin, ez xeber nadim, hûn ê bikin ku dîsa serê me bikeve belayê ha. Heger qeyd hebe ez xeber nadim. Heger hûn kamerayê vemirînin, ez ê biaxivim, naxwe ez ê behsa tiştekî nekim ji we re.” Derhêner wî qaneh dike ku ew qeydê nagirin û ew tenê wisa behsa wan salan dike…Di dawiyê de peyva wî ya “Ama kapat ha (Lê vemirîne ha)!” xedarî û tirsa wan salan baş rave dike. Yanî insan hîna jî, li gel ku ewqas sal di ser kokujiyê re derbas bûne, bi tirs behsa wan rojan dikin.

 

Belgefilm hêlên ‘tarî’ ronî dikin

Komkujiya Dêrsimê bi gelek hêlan hate vegotin. Li ser helbest, pirtûk, û roman hatin nivîsandin. Her wiha sînema jî ji bo ev mesele were vegotin rêbazek bû û dikaribû serpêhatiyen wan salan bi dîmen bîne ziman. Ji lewre, ji ber serpêhatiyên wan salan baş werin zanîn, belgefilm gelek tiştan fêrî me dikin û her wiha weke belgeyên dîrokî jî dimînin di arşîva me ya civakî de. Weke şêwazeke hunerî, sînemaya ku weke belgefilm tê sêwirandin giring e ji bo hafizeya me ya civakî. Ew wê hêla ku dewletê “tarî” hiştiye û naxawze “ronî” bibe derdixe holê û dike ku meriv li ser vê meseleyê bifikirin. 

Ji lewma jî di salvegera komkujiya Dêrsimê de me got, em belgefilmên li ser wan rojên xedar hatine çêkirin û bi vê meseleyê daketine, bidin nasîn û bînin bîra xelkê. 

 

‘Ji bo kesên ku di bin dîrokê de mane’

Belgefilma “Dêrsim 38” ya derhêner Çayan Demirel yek ji wan belgefilmên destpêkê ye ku cara ewilî bi komkujiyê daketiye û xwestiye bi belgeyan hin tiştan vebêje. Di serê destpêkê de tê gotin, ev belgefilm “ji bo kesên di bin dîrokê de mane û ji bo wan kesên ku dîrok ser û binî hev kirine!” hatiye çêkirin. Çayan Demirel ev belgefilma xwe di sala 2006’an de çêkir. Ew di belgefilmê de cih dide şahidê wan salan yên ku ji ber şûrên dewleta Tirk filitîne! Her wiha di belgefilmê de gelek nivîskar, lêkoler û akademisyen jî li ser meseleyê diaxivin û dixwazin xelk têbigihîje ku ev komkujî bi plansazî qewimiye û armanc tinekirina Kurdan e. Belgefilm 68 deqîqeyan dirêj e û muzîka belgefilmê jî Metîn û Kemal Kahraman çêkirine. 

 

Sirgunî û vagonên reş

Di belgefilma Sirgunî û vagonên reş de tişta balkêş ew e ku du leşkerên tevlî komkujiyê bûne, diaxivin û behsa wan rojan dikin. Derhêner Ozgur Findik ev belgfilm sala 2011’ê çêkir û belgefilma wî li gelek festîvalan hat nîşandan. Belgefilm hinekî jî bala xwe dide kesên piştî komkujiyê mişext bûne. Çawa ku tê zanîn, piştî komkujiyê gelek malbat tevî zarokên xwe hatin sigûnkirin, neçar berê wan dan bajarên Tirkiyeyê û dewletê ew li nav pirraniya Tirk bi cih kir. Belgefilma Ozgur Findik jî saetek û 5 deqî ye û muzîkjenê Kurd Cemîl Qoçgirî jî ji bo belgefilmê muzîk hazir kiriye.

 

Hey wax zeman û keçên winda yên Dêrsimê 

Derhêner Nezahat Gundogan bi belgefilmên xwe yen “Haw way zaman” û “Keçên winda yên Dêrsimê” (Terteleyê Çêneko) behsa komkujiyê dike. Me li jor jî got, piştî komkujiyê gelek malbat sirgûnî bajarên Tirkiye bûn. Her wiha hin zarokên ku di şer de dê û bavê wan hatin kuştin jî dan malbatên leşkeran da ku li wan binihêrin û wan mezin bikin. Dewletê ev yek jî bi zanebûn dikir û dixwest van zarokan ji pêsîra diya wan veqetîne da ku asîmîle bike û tiştên hatiye serê wan, bide jibîrkirin. Belgefilma “Keçên winda yên Dersimê” behsa serpehatiya wan keçan dike ku ji malbatên xwe yên rastî hatine qutkirin. Ev belgefilm jî qederê saetekê dikişîne û muzîkên belgefilmê jî Mîkaîl Aslan çêkirine. 

Belgefilma “Hay way zaman” jî sala 2014’an weke dewama belgefilma “Keçên winda yên Dêrsimê” hatiye hazirkirim. Ev belgefilm jî 25 deqîqe ye û çêkerê belgefilmê Kazim Gundogan e.

 

Bi zimanê zêmaran terteleya Dêrsimê

Tertele yan jî Rêwîtî ku ji 19 deqîqeyan pêk tê, ji belgefilmê bêhtir, meriv dikare weke xebateke etnomuzîkê jî binirxîne. Kalan Muzîk bi zêmar, fotograf û belgeyên wan rojan ev xebat hazir kiriye. Belgefilmçêker û lêkolera muzîkê Nilûfer Saltik ev xebat bi rê ve biriye û xebat ji 3 CD û pirtûkeke 500 rûpelî pêk tê. Wan di 4 salan de ev xebat temam kiriye. Piştî ku ev xebat temam bûye belgefilmeke kurt jî hazir kirine ku navê wê “Tertele” ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.