Bila 8’ê Adarê,’Ji Ocalan re azadî’ be

Şemî 2 Adar 2024 - 00:08

  • Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ya têkilî 8’ê Adarê diyar kir Şerê Cîhanê yê berdest bi rengekî nixumandî şerekî dijî jinan e, têkoşîna jinan xweparastina ji vî şerî ye, rêya çareseriyê ya jinan di paradîgmaya Ocalan de nîşan da û got: 8’ê Adarê jî divê bi çarçoveya bangkirin û xwedîderketina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de be.

Koordînasyona KJK’ê têkoşîna jinan a li dijî kokmujiya ser jinan a li tevahiya cîhanê bi bîr xist û diyar kir jin li dijî hişmendî û pergala serdest a mêran mizginîya biharê didin û jiyanê dixemilînin.

KJK’ê bi berdewamî Şerê Cîhanê yê 3’yan bi bîr xist, destnîşan kir ku ev şer bi rengekî nixumandî şerekî dijî jinan bûye, ji bo vê jî têkoşîna jinê her wiha têkoşîna xweparastina dijî vî şerî ye, KJK’ê komkujiyên li ser jinan ên li Kurdistanê, Filîstînê, Ukrayna, Efxanîstan, Yemen, Îran, Azaerbeycanê û hwd. weke mînak nîşan da û got, li hemû welatan li dijî van komkujiyan bi astên cuda tekoşînek heye û ev têkoşîn gelekî watedar û girîng e.

KJK’ê Paradîgmaya ekolojîk, azadîxwaziya jinê bi bîr xist û got,’’ Divê em têkoşînê, li dijî neteweperestiyê neteweya demokratîk, li dijî olperestiyê baweriya demokratîk, li dijî zayendperestiyê jiyana azad a wekhev, li dijî zanistperestiyê jî Jinolojî û Zanista Azad berfirehtir bikin û astên têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de bilindtir bikin.’’

Ocalan rêya azadiya jinê danîye

Koordînasyona KJK’ê tecrîda bêmînak û derhiquqî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got Ocalan rêya azadiyê şanî jinan daye: ‘’Rêber Apo ku ev 25 sal in li Îmraliyê di bin şert û mercên gelekî giran de tê dîlgirtin, rêya azadî û aştiyê bi awayekî herî watedar nîşanî me jinan daye. Çalakiyên îsal ên 8’ê Adarê jî di heman demê de divê di çarçoveya bangkirin û xwedîderketina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de be. Têkoşîna azadiya jinan a sedsala 21’an rasterast girêdayî paradîgmaya Rêber Apo û xeta azadiyê ya jinan e.’’

Em jin pişta hev bigirin

KJK’ê bi berdewamî banga piştevaniyê li jinan kir û got,’’Di vê 8’ê Adarê de li seranserê cîhanê divê em navên hemû jinên ku hatine qetilkirin bi bîr bînin, em astengiyên weke sînoran derbas bikin û dengê xwe bigihînin hev û em bi feraseta Neteweya Demokratîk û Konfederala Demokratîk piştevaniya hev bikin. Divê li dijî vî şerê ku jinan û civakan pûç dike, em li her derê dengê xwe bilind bikin.’’

Dijminatiya Tirkiyê li dijî jinên Kurd

KJK’ê komkujiyên dewleta Tirk ên li ser jinên kurd bi bîr xist û got,’’Li Rojava dewleta Tirk li dijî şoreşa jinê bi tolhildaneke mezin êrîşan dike, jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin li Şengal, Mexmûr, Başûr, Bakur û heta Parîsê qetil dike. Li Efrîn, Serêkaniyê û qadên şoreşa jinê ku ji aliyê komara Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin, jin her roj rastî êşkenceyên giran tên û bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Li Bakur li dijî destketiyên jinê bi her cûre rêbazên şerê taybet û fîzîkî hewl tê dayîn bê desteserkirin û tasfiyekirin. Girtîgeh bi jinên ku têkoşîn didin tijî bûne.’’’

Bi serhildanê jiyanê ava bikin

KJK’ê herî dawî wiha bang li jinan kir: ‘’Jin bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanebûna jiyana azad û bi avakirina wê re jiyanê mîna biharê zindî û ronî dike. Bi wesîleya 8'ê Adarê em bang li hemû jinên ku bi serhildana xwe jiyanê jinûve avakirine dikin ku tevahiya cîhanê bikin qada serhildan û avakirinê, hevrêtiya jinê ya li vî welatî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.