Bijîşk gihîştin Rojava

Çarşem 1 Adar 2023 - 00:25

Piştî erdhejê hem dewleta Tirk û hem jî rejîma Sûrî, gihandina alîkariyê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî asteng kirin. Rêxistina civaka sivîl a bijîşkên ji Elmanyayê Internationale Nothilfe e.V. (Komeleya Hewara Navneteweyî) endamên xwe yên bijîşk şandin herêmê da ku tevê Heyva Sor a Kurd xizmeta sihetê bidin mexdûrên Erdhejê.

Serokê Internationale Nothilfe e.V. Dr. Akram Naasan da zanîn ku tîma wan a bijîşkan ji bo hewarê û xizmeta sihetê çûye deverên erdhejê zirar li wan kiriye.

Wî got, “Hema piştî felaketê alîkariya navneteweyî zûzûka çû cihên erdhejê, lê dewletên Sûrî û Tirkiyeyê alîkariya ber bi herêmên Kurdan asteng kirin. Internationale Nothilfe e.V. wê çi ji wê bê, ew bike da ku alîkariyê bi wan re bike. Em ji bo avakirina strukturên xizmeta sihetê ji mêj ve hevkariyê bi Heyva Sor a Kurd re dikin. Beriya tîma bijîşkan jî me alîkariya madî jî şandibû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.