Bibîranîna Mîraçê piçûk jî ket ber lêpirsînê
Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:01
- Serdozgeriya Komarê derbarê bibîranîna ji bo Mîraç Miroglu yê di encama lêqelibandina wesayîteke zirxî de jiyana xwe ji dest dabû, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê derbarê bibîranîna ji bo Mîraç Miroglu yê di encama lêqelibandina wesayîteke zirxî de jiyana xwe ji dest dabû, lêpirsîn da destpêkirin.
Di 3'ê Îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê, wesayîteke zirxî li Mîraç Mîroglû yê 7 salî xistibû û ew qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeya polîsê kujer girtibû û ew serbest kiribû. Di lêpirsînê de Mîraç Mîroglu bi guneh hatibû nîşandan û ew "bi qisûr" hatibû dîtin.
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê jî 5’ê Îlonê bi awayekî girseyî Mîraç Mîroglu li cihê ku lê hatibû qetilkirin, bi bîr anîbû.
Di bibîranînê de endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê, Elfesya Nas daxuyanî dabû. Dozgeriya navçeyê bi îdîaya "Heqaretê û sorkirina kîn û dijminahiya xelkê" derbarê Elfesya Nas û hûnermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Botanê, Abdullah Ayav de lêpirsîn da destpêkirin.
Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê, Elfesya Nas, bi parezerê xwe re çû li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê îfade da. Nas, di îfadeyê de gotiye: “Ez vî sûcî qebûl nakim. Ev bûyereke civakî bû. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin û tevdîr bên girtin, me daxuyaniyek da çapemeniyê. Ez tawanbariya li ser xwe qebûl nakim."
MA/ŞIRNEX