Bibin dengê heqîqetê

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:05

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 4`an a damezirandina yekitiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li jinên rojnameger kir ku bibin dengê heqîqetê. Daxuyaniya YRJ`ê bi vî rengî ye:"Salvegera 4’an a damezrandina Yekitiya Ragihandina Jin YRJ’ê di serî de em li tevahî rojnamevanên jin, şopdarên heqîqetê, kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin. Tevahî rêhevalên xwe yên di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin bi bîr tînin. Bi çirûska şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Suriyê re, jinan di nava refên têkoşînê de cih girtin. Yek ji van refan jî qada çapameniya azad bû. Jinan xwe di vê qadê de bi rêxistin kirin û xwestin bibin reng û dengê xwe. Bê ku gav paşde bi avêjin, bi pênûs û kamara xwe, pêşengtî ji şoreşa azadiyê re kirin. Agirî Yilmaz, Eylul Nûhilat, Nûjiyan Erhan, Dîlişan Îbîş, Deniz Firat,  Dilovan Gever di oxira heqîqetê de li hember hovîtiya DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk  şer kirin, bûn sembola ked, fedekarî û fedayîtiya çapemeniya azad. Nameya wan rojnameger û têkoşeran ji me tevahî jinên rojnamevan re, bangeke ku me ber bi serbilindbûnê ve dikêşin. Armanc û hêviyên wan ew bû.

Li ser bingehê vê bangê weke rojnamegerên jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê me di 28’ê Hezîrana 2020’an de xwe bi navê Yekitiya Ragihandina Jin YRJ ragihand. Di salvegera 4’an a rêxistinkirina xwe de weke YRJ soza dewamkirina şopa heqîqetê didin. Em ê li hember her cure pergala zayendperest, dagirker, tundraw ku civakê, xwezayê û dîrokê qirdike têkoşîna xwe xurt bikin. Weke rojnamevanên jin li dijî her cure zor û zehmetiyên ku em pêre rû bi rû dimînin, pênûs û kamareyên xwe zêdetir xurt bikin. Li hember zimanê zayendperest, reng û dengê zimanê jina azad derxinin asta herî bilind.

Bi vê boneyê em vê rojê di serî de li şopdarê mezin ê heqîqetê Rêber Apo, rojnamevanên ku ji ber rastî derxistine holê û li pey heqîqetê derketine û niha dîlgirtîn e û tevahî rojnamgeran pîroz dikin. Bang li tevahî jinan jinan dikin ku sistema xweparastin û rêxistinkirinê xurt bikin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.