Bi yekitiyê xwedî li Rojava derkevin
Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:35

Çalakvanên jin ên Başûr diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Kobanê ye û gotin: “Kobanê di bin ambagoyek pir dijwar de ye. Tevî ku gelek alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re hatine şandin jî, lê mixabin destûr nayê dayîn ku bigihêje Kobanê. Ji bo wê divê hemû partî û aliyên siyasî, werin cem hev û xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbikevin.”
Gef û dorpêça çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. 21 roj in dorpêça hikumeta demkî û çeteyan ya li ser li ser Kobanê dewam dike, li ser bajar av û ceyran hatine qutkirin, xurek û pêwîstiyên din ên jiyanî jî êdî li ber qedînê ne. Kobanê hem berpirsyartiya koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li xwe digire hem jî li dijî êrişan li ber xwe dide. Têkildarî mijarê çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê nêrîn û helwesta xwe anîn ziman.
Lêkolera jîngehê Yêrîvan Şasiwar destpêka axaftina xwe destnîşan kir ku Kobanê ne tenê sembola berxwedanê ya gelê Rojava ye, ya giştî cîhanê ye û wiha axivî: “Tiştê ku li wir diqewime, mînaka wê nîne û di şoreşa Kurdan de xaleke werçerxê ye. Li Kobanê dijminên herî hov ên Kurd û mirovahiyê ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin. Ev bajar navekî mezin e û wê mezin bimîne. Kobanê tirs xistiye dilê dijminên Kurdan.”
Yêrîvan Şasiwar diyar kir ku Kobanê dibin ambargoyek giran de ye û got: “Bajarê Kobanê niha di bin ambagoyek aborî ya pir dijwar de ye ku rasterast bandorê li zarok û jinan dike. Ev ji bo me hemûyan cihê fikarê ye. Lê em bibawerî ne ku gelê Kurd ên li wir dikare ji vê rewşê derbas bibe. Ji ber ku Kobanê sembola berxwedanê û sembola vejîna jinên Kurd e.”
Mamosta û çalakvan Şîne Elî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Kobanê ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku berxwedan û mayîndebûna Kobanê, ji bo rayedarên dewleta Tirk dibe sedema tirsê. Ew dizanin ku Kobanê ji bo tevahiya gelê Kurd sembola Kurdbûn û berxwedanê ye, ew dixwazin bi her awayî wê ji destên Kurdan derxin.”
ROJNEWS / PERÊZ REMEZAN










