Bi xweparastinê 5 dagirker kuştin

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 14:02

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li qadên gerîla barandine. Di encama bersiva gerîla de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê li ser êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, daxuyaniyek da. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li qadên gerîla barandine. Di encama bersiva gerîla de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin. 

HPG’ê got agahiyên kite bi kite wi ha ragihandin:

Li rojavayê Zê (Zapê)

30’ê Gulanê saet di 13:30’î de dagirkeran êriş bire ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û hewl da lê bi cih bibe. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv da. Di encama vê yekê de pêşî li dagirkeran hate girtin. Saet di 16:40’î de dagirkeran careke din êriş kir. Hêzên me bersiva pêwîst da wan.

31’ê Gulanê saet di 12:15’an de dagirkeran êrişî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kir û hewl da bikevin çeperan. Gerîla bersiv da. Piştre artêşa Tirk a dagirker bombe li qada berxwedanê barandin.

Li herêma Avaşînê

30’ê Gulanê saet di 08:00’an de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Werxelê êrişî hêzên me kir. Hêzên me xwe parastin. Di encama şer de 5 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

30’ê Gulanê li Metînayê qadên Girê Çarçel û Gundê Şelazê 2 caran, li rojavayê Zapê qadên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 7 caran, li Garê qada Girê Zengilê carekê, bi giştî 10 caran bi balafirên şer Qadên Berxwedanê hatin bombekirin.

30 û 31’ê Gulanê li rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, li rojhilatê Zapê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 44 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 30 û 31’ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê bi çekên ferdî û giran bombe kir û hewl da wan hilweşîne.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.