Bi xêz û rengan avakirina pirsan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 16:07

Şêwekarên ku beşdarî Sempozyûma Rojava ya Hunerê Şêwekariyê ya 4`an bûne, dibêjin, huner bi roleke mezin radibe di warê veguhastina raman, dîrok û rastiyê de.

Di 20'ê Gulanê de Sempozyuma Rojava ya Hunerê Şêwekariyê ya 4’an bi beşdariya şêwekarên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê dest pê kir.

Şêwekar Hemûd Silêman ê Ji Reqayê beşdarî sempozyûmê bû, destnîşan kir ku huner di jiyana civakan û tomarkirina bûyerên dîrokî de xwedî roleke girîng e ji ber ku şêwekar her bûyera dîrokî bi rêya tabloyên xwe nîşan dide.

Silêman got, "Şêwekar dikare jîngehê, kultûr û xwezaya derdora xwe bi rêya tabloyan belge bike. Her wiha dikare fikr û dîrokê jî ji nifşekî veguhêze nifşê din. Ji serdema şikeftan heta serdema bipêşketinê û roja me ya îro, nifş rastiyên dîrokî ji nifşên beriya xwe werdigirin."

Şêwekar Mihemed Şahîn jî got, "Reng bi tena serê xwe ziman e û bi rêya wê, mirov  dikare peyaman bide. Tabloyên xêzkirî, li cem mirov gelek pirsnîşanan çêdike. Reng dihêlin gelek pirs li ba mirov çêbin."

Mihemed Şahîn paşê got, "Wênexêzî zimanê peywendiya di navbera mirov û derdorê wan de ye. Em jî hewl didin bi rêya van sempozyûman rastiyên herêmê bi rêya tabloyan bigihînin cîhanê.”

Sempozyum wê îro (26'ê Gulanê) bi dawî bibe, piştre jî di 28'ê Gulanê de li Qamişlo bi pêşangehê dewam bike.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.