• Xebata Tifaqa Kurdistanî doh li Amedê deklarasyona Newrozê eşkere kir. Newroz li 30 bajarî û 61 navçeyê were pîrozkirin. Hunermendên Kurd jî stranek bi navê ‘Dîsa li Newrozaʼ amade kirine.

Xebata Tifaqa Kurdistanî doh bi rojeva Newrozê li Amedê civiya û deklarasyona Newroza 2021’an eşkere kir. 
Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, têkildarî pilansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’an li navçeya Sûra Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê eşkere kirin. 

Deklrasyona Newrozê ya bi kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û ya metna tirkî jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hat xwendin. 

Newroz daxwaza azadiyê ye

Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku Newroz berxwedana Kawayan li dijî zaliman Dehakan e û tê gotin: “Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îroyin de him li cîhanê, him li Rojhilata Navîn û him jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehakan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qehîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakûr gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.

Dixwazin him daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, him jî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û li tevahiya girtigehan li ser girtiyên siyasî hatiye danîn, zext û fişarên li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê Kurd in.

Rêxistinî û biryardarî
Bêguman Newroz ji bo miletê kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê hesinkar ala Newrozê digehe asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zulm û her cûreyê neheqiyê.

Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê a miletê Kurd bi awayekî xurttir û geştir derdixe holê. Her weha Newroz diyariya gelê Kurd, ji bo hemû gelên mezlûm yên li dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneyeke dîrokî ya têkoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.

Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tûnekirina miletê Kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryar, xwe li hember van êrîşan her xurt bikin. 
 
Bila bibe wesîleya yekîtiyê 

Her weha ji bo xebatên yekitiya netewî yên li Başûr û Rojava yê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla netewî gelek bi qîmet e. Yekitiya netewî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwîst e.

Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê Kurd û teslîm kirina mafê Kurda ye. Sedemê vê pirsgirêkê yê ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in. Newroz ji bo gehiştina van armancan bi mîsyona xwe a dîrokî îlhama herî mezin e. Bi van hest û fikran em dibêjin; Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekîtiyê xurt bikin.

Em Newroza 2021’an bi dirûşmeya “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pîroz dikin. Newroz cejna xwişk u biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye. Newroz li gelê kurd û hemû Kurdistaniyan pîroz be! Newroz li temamê gelên herêmê pîroz be!" 

Dîsa li Newroza

Pîrozbahiya Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” tê lidarxistin. Newroz wê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pîrozkirin. 

Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî wê heta 22’yê Adarê dewam bikin. Li Stenbolê wê Newroz di 20’ê adarê de were pîrozkirin û li Amedê jî ku salên bihûrî şahidiya beşdariya bi milyonan kes kir wê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin. 

Ji bo Newroza îsal hunermendên Kurd stranek bi navê “Dîsa li Newroza” amade kirine.

MA/AMED