HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Amedê şehîd bû eşkere kir û got;"Li dijî artêşa Tirk a mêtinger qirker, heta nefesa xwe ya dawî bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Hezîrana 2023’an de; diyar kiribû ku hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol di 3’ê Hezîrana 2023’an de li herêma Licê ya Amedê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne û heke nasnameya hevrêya me ya sêyemîn a ku şehîd bûye, zelal bibe em ê ji raya giştî re û ji gelê xwe yê welatparêz re ragihînin. Niha me tespît kir ku hevrêya me Ala Mûnzûr Dêman bi ruhekî fedaî û cesaretekî mezin li dijî artêşa Tirk şer kiriye û şehîd bûye.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya me Ala û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin, em ê armancên wan bi ser bixînin û soza xwe nû dikin ku bibîranîna wan bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bidin jiyîn.

Hevrêya me Ala Mûnzûr Dêman li Kobanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2008’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Ala ji bo bibe jina Kurd a azad, di xeta Apoyî de rola xwe ya dîrokî bilîze û şoreşa azadiyê bi rengê jinê pêk bîne, bêyî dudilî tevlî têkoşînê bû. Hevrê Ala bêyî hesap û bi awayekî dirust tevlî têkoşînê bû û ji ber vê zû bi pêş ket. Ew bi îddîayeke mezin xwedî li peywirên xwe xwedî derket û bû milîtaneke ku ji serdemê re bibe bersiv. Hevrê Ala bû milîtaneke mînak, weke fermandarekê rola pêşengiyê lîst, gelek serkeftin bi dest xist."

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye;

Ala Mûnzûr Dêman (Dilîşan Şêxo), li Kobanê jidayîk bûye, 3’ê Hezîrana 2023’an li Amedê şehîd bû. 

BEHDÎNAN