Bi wêrekî li ber xwe dan
În 26 Gulan 2023 - 15:09
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, daxuyaniyek da û got, “5’ê Gulana 2023'an di êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li quntarên Werxelê yên Avaşînê de, hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr şehîd bûn. Hevrêyên me ji sala 2021'ê ve li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Zap û Avaşînê bi wêrekî û biryardariyeke mezin li ber xwe didan, weke xeleka dawî ya berxwedana destanî tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr ji bo hêjayî berxwedana dîrokî ya Rêberê me bibin yê ku li nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe dide, ji bo hêjayî xeta serketinê ya şehîdên me bibin, her roj têkoşîna xwe mezin kirin. Hevrêyên me yên şehîd bi meşa lehengî ya li ser xeta fedaîtiyê bûn pêşengên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê. Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr, serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Hevrêyê me Botan li Hesekê ji dayik bû. Hevrêyê me Botan Ereb bû, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, piştî ku bajarê Hesekê ji hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin, tevgera me ya azadiyê nas kir. Hevrêyê me Botan, nêzî 5 salan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kar kir, li vir tevlî gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bû. Ji bo dilsoziya bi bîranîna şehîdan re berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad. Ji sala 2019'an heta 2023'an dema şehadetê, li eyaleta Avaşînê li her bihosta vê qadê gav bi gav geriya, li her derê ked da, bi hezkirina hevrêtiyê, zindîbûn, kelecan û germbûna xwe bandor li her hevalî kir.
Hevrêyê me Bawer li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê ji dayik bû. Naskirina tevgera me û mezinahiya têkoşîna tê meşandin, hevrêyê me Bawer qanih kir û ew tevlî nav refên PKK'ê bû. Li ber vê rastiyê ji bo têkoşîneke çalak bike, polîtîkayên şerê taybet û qirkirinê pûç bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Bi wêrekî û fedakariya xwe, bû yek ji kadroyên pêşeng ên tîmên bi tevger û çalakiyan. Di êrişên dijmin ên 5'ê Gulanê de yên li quntarên Werxelê tevî 2 hevrêyên xwe şehîd bû.
Hevrêyê me Canşêr li Kobanê di nava malbateke ji eşîra Berazî de ji dayik bû. Piştî demekê li herêma Rojava têkoşiya, bawer kir ku şerê herî bi bandor li dijî dewleta Tirk a dagirker dikare li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û li ser vî esasî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Canşêr bi cesaret û beşdarbûna xwe ya bi israr a di şer de karîbû ji bo hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêzê, bi hevrêtiya xwe ya rast û ji dil bûye namzetê fermandariyê yê bi hêvî."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Botan Zagros (Adil Elî), li Hesekê jidayîk bûye, 5’ê Gulana 2023’an li Avaşîn şehîd bû.
Bawer Zaza (Ahmed Îlhan), li Bedlîsê jidayîk bûye, 5’ê Gulana 2023’an li Avaşîn şehîd bû.
Canşêr Adar (Basil Ahmed), li Kobanê jidayîk bûye, 5’ê Gulana 2023’an li Avaşîn şehîd bû.
BEHDÎNAN