SILAVA EBDUREHMAN/ANHA/QAMIŞLO

 

Welîd Murad bi baldarî û hosteyî, li ser kaxizeke spî ya hişk tabloyeke bedew xêz dike ya ku çîrok, çand û mîrasê vedibêje. Welîd Murad wiha tabloyên xwe xêz dike, mîna ku di wan de dijî. Bedena wî li vir e lê giyanê wî li wir e. Dema rîşa wî dest bi wênesaziyê dike, ew jî pê re diçe cîhaneke din; ew pê, cîhaneke lê bêbextî kêmtir, xêz dike. Dibe hin caran jî tabloyên wî, tehliya li welatê wî nîşan bidin da ku ji bo nifşên bê bibin belge û dîrok.

Welîd Mûrad 53 salî ye, ew şêwekarekî ji Qamişloyê ye. Ev 27 sal in wî dest bi şêwekariyê kiriye. Di wê rêwîtiyê de bi hezaran tablo xêz kirin. Bi wan çîrokên cuda yên çand, mîrasa herêm û welatê xwe, şehîdên ku di oxira rûmeta axa xwe de canê xwe feda kirine, vegotin.

Welîd Murad bi rûyekî li ken behsa dîroka xwe ya hunerî kir û got; “Di piçûkatiya xwe de beriya ku vê behreyê di xwe de kifş bikim, tevî dayika xwe em diçûn cem cîran, dost û xizmên xwe. Hemû rûdiniştin û behsa mijarên cuda dikirin. Çavê min li wêneyên li ser dîwêr û neqşên li ser perdeyan bû. Mîna perdeyên Mem û Zîn yan jî tabloyên berê wek Şahmaran, Fatma Mexribiye yên di her maleke Kurd de hebûn. Wan wêneyan bala min dikişand. Ez li nava detayên wan digeriyam. Dema vedigeriyam malê, bi lez diçûm û min lênûska xêzkirinê dianî. Tişta ji wan wêne û neqşan dihat bîra min, min hewl dida xêz bikim heta ku fêrî wênesaziyê bûm û min hîn zêdetir jê hez kir.”

Temenê rengan dirêj e

Welîd Murad, gotinên bavê xwe yên derbarê behreya wî de bi bîr xistin û got, “Bavê min, ez teşwîq nedikirim. Her tim digot, ev xiştbişitê tu çêdikî bê feyde ne. Digot, biçe bi xwendinê û dibistana xwe re elaqedar bibe. Lê ruxmî wê jî, min bi awayekî veşartî wênesazî domand. Hinek caran jî min li ser dîwaran xêz dikir. Heta ku di dawiyê de ketim peymangeha huner. Li wir mamosteyên min piştgiriya behreya min kirin. Her tim digotin, berhemên min bi hosteyî ne û ji temenê min mezintir in. Wî jî kir ku behreya xwe bi pêştir bixim û bigihîjînim vê astê.”

Welîd Murad di nav dostên xwe de tê naskirin ku destê wî di xêzkirina tabloyan de sivik e. Her tabloyek çiqas dijwar be û hûrgilî tê de pirr bin, lê tenê di 3 rojan de xilas dike. Pirrî caran rengên zeytî bi kar tîne. Ji ber ku mîna Welîd Murad gotiye, temenê van rengan dirêj e.

Ji bo şehîd her bi me re bin xêz dike

Welîd Murad gelek mijaran xêz dike. Lê herî zêde wêneyên şehîdan xêz dike û ji bo van wêneyên xwe dibêje, “Bi dilê zarokekî bi welatparêziyê û danê dagirtî bi hosteyî min wêneyên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê xêz dikirin. Ji bo wê, ew hîn jî wan xêz dike da ku di bîra me de bimînin û bi me re bin. Bi saya wan em gihiştin vê rojê û me ev destketiyên han bi dest xistin. Ji bo min gelek girîng e ez heqê şehîd û xwîna wan bidim, ewên ku di oxira pêkanîna jiyaneke bi rûmet de canê dane.”

Welîd Murad bal bire ser bipêşketina huner li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zêdebûna hejmara wênesazan li herêmê sal bi sal û bi bîr xist ku di pêşangeha şêwekariyê ya dawîn de 109 wênesaz amade bûne. Ev hejmar beriya 8 salan, 50 bû.