Zanîngeha Rojava peymanek bi Zanîngeha Washington State a Emerîkayê re îmze kir. Bi armanca pêşxistina asta Zanîngeha Rojava di milê zanistî, çandî û tenduristî de, zanîngehê peymanek bi Zanîngeha Washington State re îmze kir.
Der barê hurgiliyên vê peymanê de berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo diyar kir ku peyman bi rêya Rêxistina Kurdistan (KAID) ya ku li Washington hatiye damezirandin hatiye pêkanîn û got: "Ew rêxistin rêxistineke kurdistanî ye, dixwazin li ser asta her çar beşên Kurdistanê alîkariyê bidin saziyan, bi taybet saziyên Rojavayê Kurdistanê. Hevdîtin di navbera Rêxistina Kurdistan (KAID), Zanîngeha Rojava û rêveberiya Fakulteya Tenduristî û Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngha Washington State hatin pêkanîn. 24`ê Çile 2021`ê me peyman bi rêya civîneke fermî di nava her sê aliyên navborî de bi awayê online li dar xist, li ser esasê wê civînê me li hev kir û peyman îmze kir."
Gulistanê da zanîn ku peyman li ser 5 salan hatiye îmzekirin û piştî 5 salan bi daxwaza her du aliyan dibe ku bê nûkirin. Herweha li ser çêkirina kovareke hevbeş di navbera her du aliyan de bi rêya xwendekaran li hev kirine.
Gulistanê da zanîn ku bi vê peymanê êdî fermîyeta Zanîngeha Rojava li ser asta cîhanê çêdibe. Her wiha di paşerojê de xizmetê ji xwendkarên zanîngehê re dike bi rêya itîrafeke resmî bi bawernameyên wan.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema damezirandina Zanîngeha Rojava ve gelek peyman bi gelek zanîngeh û dezgehên fikirî û çandî yên cîhanî re îmze kirine. Peyman bi Zanîngeha EmdenLeer a Elmanî, Zanîngeha Parma ya Îtalî, Zanîngeha Kalîfornia û Navenda Parastina Kultura Kurdistanî li Silêmaniyê re jî imze kiriye.
ANHA/QAMIŞLO