- Dewleta Tirk a dagirker êrişî zarokên gundekî Eyn Îsayê kir, û di encamaê de 2 zarok birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker êrişî zarokên gundekî Eyn Îsayê kir, û di encamaê de 2 zarok birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrişî zarokên gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kir. Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn.
Mihemed Xelîl El-Hesan ê 12 salî û Eymen Hesen El-Hesan ê 12 salî di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji bilî zarokan di heman demê de êrişî rawestgeha ser rêya navneteweyî M4´ê Seqir, rêya M4´ê bi xwe, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên rojavayê navçeyê, bi çekên giran topbaran kirin.
ANHA/EYN ÎSA