Bi tîpguhêziya nû ‘Nûbihara Biçûkan’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:08

Weşanên Zîz pirtûka “Nûbihara Biçûkan” a Ahmedê Xanî ji nû ve çap kir. Pirtûk bi tîpguhêziya Hamza Tokma derketiye. 

Ahmedê Xanî vê pirtûkê di sala 1683’an de ji bo perwerdeya bi Kurdî ya li medreseyan hazir kiribû. Pirtûk her wiha yek ji ferhengên Kurdî ya destpêkê jî tê qebûlkirin.

Ne ji bo sahibrewacan

Belkî ji bo biçûkêt kurmancan 

Wekî ji Kur'anê xilas bin

Lazim e li sawadê çavnas bin

Da bi van çend reş belekan

Li wan tebîet melekan 

Derê zihnê vebîtin 

Herçi bixwînit zehmetî nebîtin

Umîda me ji tifalan 

Ku me 'emelbetalan

Di weqtê dewr û dersan 

Bikin in'amû ihsan

Bi dua me bibîr binin

Fatîhan ji me ra bixwînin...

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.